Keyaya jin a Bazîdê 2019-04-06 09:17:01 AGIRÎ - Li Bazîdê li Taxa Hasankeyfê yek jê jin 13 kesan navê xwe li ber keyatiyê danîbû. Lê belê namzeta jin Mesmegul bû keyaya taxê. Ozdemîr, bilêv kir ku keyatî xeyala wê bû û bi wêrekiya xwe bi ser ketiye.  Di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de li Taxa Hasankeyf a Bazîda Agiriyê yek jê jin 13 kesan navê xwe li ber keyatiyê danîbû. Lê belê Mesmegul Ozdemîr (40) ji namzetên din bêtir deng girtin û bû keyaya taxê.    ‘SERBILIND IM'    Ozdemîr ku lîse kuta kiriye û mamostetiya karê dirûnê dike, anî ziman ku berî mala xwe bîne navçeyê berê li gundê Karabûlakê şivantî dikir. Dayika 2 zarokan Ozdemîr got: "Bi salan e hevjînê min di girtîgehê de ye. Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ye. Heta niha min nehişt ne zarokên min ne jî hevjînê in mexdûr bibin. Ji ber jin im, serbilind im."    Ozdemîr, diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve tim dixwest bibe keya û got: "Li taxê 12 namzetên zilam hebûn. Hilbijartin xweş derbas bû. Em bi hev re xebitîn. Min li kîjan deriyî xist, bi bertekên baş re rû bi rû mam. Min behsa kêmasî û pirsgirêkên taxê dikirin û min soz da ku ez ê pirsgirêkên heyî hel bikim."    BÛ WÊREKÎ   Ozdemîr, diyar kir ku bi taybetî jî bertekên jinan baş bûne û ev serketina wê ji bo jinan bûye cihê wêrekiyê. Ozdemîr, got: "Nexasim jinan digot 'Malbata te çawa hişt tu navê xwe li ber keyatiyê deynî? Te çawa wêribû tiştekî wisa bike? Hindik be jî ji bo wan bûm cihê wêrekiyê. Gelek jê bi min serbilind in. 3 mehan xebitîm."    WÊ JI BO TAXÊ BIXEBITE    Ozdemîr, anî ziman ku kesên bihîstiye wê navê xwe ji bo keyatiyê daniye, alîkariya wê kirine. Ozdemîr, diyar kir ku ew ê tevî şaredaryê pirsgirêkên taxê çareser bike û got: "Ez ê ne wek şêniyeke taxê, ez ê wek xebatkareke ji bo taxê bixebitim. Ji bo taxê projeyên in ên xweşik hene. Her wiha gelek pirsgirêkên taxê jî hene. Pêşî em ê pirsgirêkan hel bikin. Kesên raya xwe dan û kesên nedan, mala hemûyan ava be. Ez ê hewl bidim pirsgirêkên wan hel bikim. Di warê aborî de rewşa jinan nebaş e. Ji bo jin debara xwe bikin, em ê hewl bidin cihên wek xwaringeh, terzî hwd. vebikin. Pêdiviya taxa me bi parkê heye. Em ê li ser vê jî hûr bibin."    MA / Îrfan Tunççelik