Girtiyê di grevê de: Di nav çar dîwaran de em bi israr strana 'bedewîbûnê' diqîrin 2019-04-06 09:13:51 WAN - Senar Abî ku li Girtîgeha Wanê 37 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got: "Di nav çar dîwarên sar de em ji bo 'bedewiyê' diqîrin û distrên."  Li Girtîgeha Wanê, yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 1'ê Adarê ve di greva brçîbûnê de ye, Senar Abî ye. Abî, der barê grevên birçîbûnê de nameyek şand.    Nameya Abî wiha ye:    “Jiyana çewt, bi awayekî rast nayê jiyîn. Çi gotineke xweşik e û îşaret bi van rojan dike. Ev nazikiyeke Adorno ye. Adorno, ji bo qirkirina cihûyan digot 'Êdî civaknasî, zanist, rewşenbîrî û entelektuelî bê wate ye. Belê jiyan çewt e, hûn nikarin wekî tiştekî rast be enjekteyî mirovan bikin. Bi sedan sal e hin kes li dijî vê çewtiyê têdikoşin. Kesên bindest tim dane pêyî heqîqetê. Ma cewhera heqîqetê jî ne rastî ye? Ma neynika rastiyê jî ne bedewîbûna jiyanê ye? Niha bedewîbûn tercîhî kirêtiyê tê kirin. Kirêtiyê wekî asas jiyanê berpêşî mirovan dikin. Em kirêtiyê nas nakin, ev têgîn ji bo me têgîneke biyanî ye. Ma hebûna gerûdnê û jiyana ewil ne li ser asasên bedewîbûnê ye?    HÛN NIKARIN ÊRÎŞÎ BEDEWÎBÛNA JIYANÊ BIKIN    Ma unsûra sereke ya felsefeya Zerdeşt ne ew e ku jiyanê bedew bike? Ma Sokrates ji bo rastî û bedewîbûnê jiyana xwe fida nekir? Me tim neda ser rêya heqîqet û bedewîbûnê? Ma ên dîrokê dinivîsînin ne kesên ku jiyanê bedw dikin? Belê, niha 'bedewê' bedewîbûn bexşî hemû mrovahiyê dike tê tecrîdkirin. Em jî dibêjin ev tişt çewt e. Hûn nikarin êrîşî bedewîbûna jiyanê bikin. Em li dijî vê êrîşê, li nav çar dîwarên sar ji bo bedewîbûnê diqîrin û distrên. Ya herî bedew vê stranê diqîre ne jina kurd e? Niha Leyla ber bi bedewîbûnê ve diçe û vê strana bedwîbûnê pir xweşd istrê. Li her deverê cîhanê mirov dengê xwe li dengê vê qîrînê zêde dikin û bi awayekî herî xweş govenda wê digerînin.   Bilbil, ji bo çêlikên wê nebin kole hêlîna xwe di qefesê de çênake. Kesên ji bo meşvanên bedewiyê bikin kole qefesan çêdikin, di dîroka niha de (Kemal, Mazlûm, Sakîne, Zulkuf, Ayten, Zehra) dibînin çi qas xafilîne. Niha em peywrewên van kesan hêvî û bedewîbûnê bexşî mirovahiyê dikin. Ev meş bi biharê bedewtir dibe. Di serê Adarê de ez jî tev li vê meşê bûm. Ji ber dereng mam lêborîna xwe ji gelê xwe û dayikan dixwazim. Niha beden û ruhê min bi qasî çûkeke difire sivik û azad in. Ez ê heta dawiyê bi bedena xwe strana vê meşê biqîrim. Çimkî di hêstirên dayika de hêviyê, di kenê zarokan de hezkirin û di berxwedana Mirovê Zana de azadiyê dibînim. Em bi rastî û bedewîbûna jiyanê bawer in û em bang li her kesî dikin ku bibin hevparê vê qîrîn û stranê."