Sîpan Somerê di greva birçîbûn de: Bibin dengê me 2019-04-06 09:13:11 EDENE - Sîpan Somer ku li Girtîgeha Tarsûsê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Tenê daxwazek me heye; bila ên li derve bibin dengê me."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 150'î de didome. Bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyî didome. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de yek jê jî Sîpan Somerê 23 salî ye. Somer, ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye.    'BIBIN DENGÊ ME'    Dayik Fatma Somer, anî ziman ku di 1'ê Nîsanê de kurê xwe dîtiye û kurê wê gotiye: "Moralê me pir baş e. Em li vira têdikoşin, hûn jî li derve bitêkoşin. Bibin dengê me. Tiştên avî tên dayîn. Dew jî didin me. Lê tenê daxwazek me heye; bila ên li derve bibin dengê me."    ‘ÇI HEWCE BE EM Ê BIKIN'    Somer, bilêv kir ku kurê wê û hevalên wî pir zihîf bûne û bang li rayedaran kir ku daxwazên girtiyan qebûl bikin. Dayik Somer, anî ziman ku xweşikî xew bi çavê wan nakeve û got: "Dilê me dişewite. Tevî zarokên xwe em jî di greva birçîbûnê de ne. Em naxwazin darbets ji girtîgehan derkevin. Em dixwazin daxwaza girtiyan bê qebûlkirin da çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe. Çi hewce be em ê bikin."    MA / Hamdullah Kesen