Hevşaredarên Îdirê: Gel bi ser ketin 2019-04-06 09:11:44 ÎDIR - Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk, diyar kir ku li Îdirê polîtîkayên her sê partiyan negihaştine armanca xwe û Hevşaredara Yaşar Akkûş jî got: "Wexta biryara ji nû ve hejmartina hat girtin, tu terdeut li me peyda bûn. Dîsa gel bi ser ketin."  Di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP'ê li Îdirê 50.10 ji sedî deng girtin û şaredarî bi dest xist. Hevşaredarên HDP'î yên Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş encamên hilbijartinê nirxandin.    Hevşaredar Eylem Çelîk, diyar kir ku li Îdirê 3 partî li hemberî wan bûne ye, lê belê ji ber HDP'ê tifaq bi gel r eçêkiribû şaredarî bi dest xistine û got: "10 sal in şaredarî di dest me de ye, ji ber rêveberiya me gel anîne cem hev careke din bi ser ket."    ROLA JINAN    Çelîk, destnîşan kir ku di hilbijartinê de vîna jinê bêtir derketiya pêş û got: "Di civakê de jin bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin. Lê wexta jin dibînin em bi berpirsiyarî tev digerin, bêtir xwe xurt hîs dikin. Tevî jinan em ji bo ciwan û zarokên xwe bûn model. Wexta em bi hev re dixebitîn me êş û azarên xwe, me kêfxweşiyên xwe bi hev re parve dikir. Wexta min ji jinan re digot 'tu tune bî ez ê nikaribim bi ser bikevim' bêtir daxilî nav xebatê dibûn. Di vê pêvajoyê de jinên ji malê dernediketin, daketin kuçe û kolanan û daxilî xebatên me bûn. Bi rastî jî di vê hilbijartinê de jin bi ser ketin. Jixwe di tuzuka partiya me de wekheviya jin-zilam heye. Derdora azerî, tereke û tirk nizanibûn hevserokatî çî ye. Me ji gel re bêtir behsa pergala hevserokatiyê kir."    'LI ÎDIRÊ CIHÊ POLÎTÎKAYÊN WAN TUNE YE'    Çelîk, anî ziman ku ji ber AKP'ê îtiraz kir li bajêr deng ji nû ve hatine hejmartin û got: "Jixwe me dizanibû wê ev îtiraz encamê neguherîne. Me bi bêhna fireh ev rewş şopand. Çimkî encam diyar bûn. Heta ji ber careke din hatin hejmartin çêtir bû. Hêviya me zêde bû. Piştî îtirazê dengê me zêdetir bûn. Ev jî hêviyeke din li hêviya me zêde kir. Jixwe gel roja ewil vîna xwe nîşan dabû. Îtirazên hatin kirin bêwate bûn. Ne li Tirkiyeyê ne jî li Îdirê cihê van polîtîkayên wan tune ne. Encamên hilbijartinê nîşan dan ku wê ev feraset biçe."    HDP Û ARAMΠ   Hevşaredar Yaşar Akkûş jî diyar kir ku di 31'ê Adarê de wan baweriya gel a ji bo aştî û biratiyê dîtiye. Akkûş, destnîşan kir ku hikûmet bi cihêkarî û meseleya 'bekayê' xebitiye û gotina wezîrê berê Cemîl Çîçek bi bîr xist ku gotibû "gihan sînorê Ermenîstanê." Akkûş, anî ziman ku Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ'yê Meral Akşenerê jî li Îdirê namzet nîşan nedaye û got: "Li hemberî vê helwesteke me jî hebû. Eger mesele beka be, 10 sal in HDP'ê bi siyaset polîtîkaya xwe nîşan dide ku ev ne meselay bekayê ye. HDP, aştî û aramî anî. Me xwest em van tiştan bêjin. Wexta ditengijin ber bi bekayê ve diçin. Em ê tu carî cihêkariyê nekin û em ê bi di nêvengeke aştiyane û biratiyî de bijîn."    'GEL BI SER KETIN'    Akkûş, destnîşan kir ku tevî hemû hîle xurdeyan, astengî, zext û zoriyan jî li Îdirê gel bi ser ketine û bal kişand ser îtiraza AKP'ê. Akkûş got: "Wexta gotin îtiraz, em bi xw ebaer bûn. Di dest me de ewraqên me yên fermî hebûn. Îtiraz mafekî hiqûqî ye û mafê her kesî ye. Wan jî mafê xwe bi kar anî. Lê wan dizanibû çi qewimiye. Tu teredut li me peyda nebûn. Jixwe di dema hejmartinê de encam diyar bû. Dîsa gel bi ser ketin. Em ê di demeke nêzîk de mazbatayên xwe bigirin û dest bi karê xwe bikin. Em ê tevî gel bixebitin."    MA / Ayşe Surme