ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2019'AN 2019-04-06 09:00:15 * Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk, diyar kir ku li Îdirê polîtîkayên her sê partiyan negihaştine armanca xwe û Hevşaredara Yaşar Akkûş jî got: "Wexta biryara ji nû ve hejmartina hat girtin, tu terdeut li me peyda bûn. Dîsa gel bi ser ketin."  * Sîpan Somer ku li Girtîgeha Tarsûsê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Tenê daxwazek me heye; bila ên li derve bibin dengê me."    * Senar Abî ku li Girtîgeha Wanê 37 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got: "Di nav çar dîwarên sar de em ji bo 'bedewiyê' diqîrin û distrên."    * Bekir Aydin, birayê Erhan Aydin ê 26 salî ku li Girtîgeha Tekirdagê 101 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got: "Ji bo aramiyê divê tecrîd bi dawî bibe."    * Rojnamevan Îslam Ozkan, diyar kir ku encamên hilbijartinê ji ber polîtîkayên çewisîner ên îktîdarê ne û got: "Di polîtîkaya AKP'ê ya der barê Sûriyeyê de û mijarên din de hin nîşane hene ku wê di ser bilêvkirineke otorîter û netewperest de xwe ji nû ve ava bike."    * Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, diyar kir ku hilbijêrên HDP’ê hem ji bo şarederiyan, hem ji bo Ocala û hem jî ji bo çalakgerên greva birçîbûnê çûn ser sindoqan û got: “Divê hikumet daxwazên çalakgeran pêşwazî bike û tecrîd rake.”   * Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz têkildarî geşedanên li Sûriye pêş dikevin anî ziman ku piştî Hêsên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li gel Koalîsyona Navneteweyî DAIŞ têk birin, QSD ji bo pêşeroja Sûriye bûye aktorek pir muhîm. Pekoz, da zanîn ku ger Şam bi QSD'ê re li hev neke, nikare îstîkrara polîtîk ava bike. Pekoz, bal kişand ser rewşa Idlibê jî û da zanîn ku li Idlibê bi awayekî fîîlî şer dest pê kiriye.    * Hat diyarkirin ku girtiyên nexweş Abdûrrahman Yildirim û Firat Yagmekan nayên tedawîkirin. Malbatan, diyar kir ku girtîgeha dixwaze zarokên wan bimire û bang li her kesî kirin ku li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bilind bikin.    * Li Bazîdê li Taxa Hasankeyfê yek jê jin 13 kesan navê xwe li ber keyatiyê danîbû. Lê belê namzeta jin Mesmegul bû keyaya taxê. Ozdemîr, bilêv kir ku keyatî xeyala wê bû û bi wêrekiya xwe bi ser ketiye.    * Welatî çûn serdana Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr û ew pîroz kirin. Welatiyan got, wan qeyûm şand, niha jî dor hatiye şikandina tecrîdê.    * Kudret Dag, dayika Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bang li Wezareta Dadê kir û got: "Bila daxwaz bên qebûlkirin, bira rêya Îmraliyê bê vekirin, bila darbest neyên."    * Di 110 salan de 113 rojnameger hatin kuştin. Rojnamegeran di Roja Rojnamegerên Kuştî de hevalên xwe bibîr anîn û gotin: “Ji bo em dikaribin binivîsînin wan jiyan xwe da holê. Ew nobedarên nemir ên azadiya ramanê, demokrasî, pirr rengî û pirr çandê ne.”    * Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî, wê têkildarî encama hilbijartinên Stenbol, Qers, Îdir û Mûşê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Zanîngeha Dîcle, wê têkildarî roja Rojnamegerên Hatine kuştin li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin wê di hefteya 732'an de li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê wê têkildarî Greva birçîbûnê li Otela Demîr daxuyaniye bidin çapemeniyê. (12.30)   * Komeleya Mafên Mirovan a Îzmirê bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin û rewşa girtiyên nexweş bipirsin wê di hefteya 475’an de li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konak a Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi armanca girtiyen nexweş bên berdan û wê di hefteya 366'an de li qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bike. (13.30)   * Înîsiyatifa Girtiyên Nexweş wê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê di hefteya 240'an de ji bo girtiyên nexweş bên berdan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)   * Meclîsa Ciwan û Jinan a HDP'ê wê şahiya Baharê pêk bînin. (18.00)