Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin 2019-04-05 18:20:13   STENBOL – Serlêdana malbatana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên li Îmraliyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin.    Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlûm Dînç bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê belê serdozgeriyê serlêdana wan qebûl nekir. Her wiha Polat Yildirim ji bo bi birayê xwe Hamîlî Yildirim, Alî Konar ji bo bi birayê xwe Omer Hayrî Konar û Sabîha Aslan jî ji bo bi birayê xwe Veysel Aktaş re hevdîtinê çêbikin serî li serdozgeriyê dabûn, dozgeriyê serlêdana wan jî qebûl nekir.