Li Erdîşê 3 kes hatin binçavkirin 2019-04-05 16:21:11   WAN – Li Erdîşê rêveberê DBP’ê Recep Onal û welatî Mekan Beder û Hakan Bozdag ên ji bo jimartina dengan li ber edliyeyê sekinîbûn hatin binçavkirin.    Li Navçeya Erdîşê ya Wanê li ser îtîraza AKP’ê deng ji nûve tên jimartin. Rêveberê DBP’ê Recep Onal û welatî Mekan Beder û Hakan Bozdag ên ji bo jimartina dengan li ber edliyeyê sekinîbûn ji aliyê eskeran ve hatin binçavkirin. Şahidan bûyerê gotin her sê kes bi derbkirinê hatine binçavkirin û ew birine buroya emniyetê ya di bin avahiya qeymeqamiyê de.