Rojnameger Haydar Ergul hat berdan 2019-04-05 16:15:16   STENBOL – Di nav de rojnameger Haydar Ergul jî ku heye 3 kes ji doza dihatin darizandin hatin berdan.    Di 28’ê tîrmeha 2017’an de li Stenbolê endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê û rojnameger Haydar Ergul jî di nav de 19 kes hatibûn binçavkirin û pişt re 8 kes hatibûn girtin. Danişîna doza rojnameger Ergul jî di nav de ya 19 kesên dihatin darizandin îro li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.    Dadgehê biryara navberê da û bi şertê kontrola edlî biryara berdana rojnameger Haydar Ergul û her wiha Abdullah Geldî û Erdan Dogru da.