Bi bayê bezê hevşaredarên HDP’ê xistin ber lêpirsînê 2019-04-05 15:20:43   AMED – Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê pîrozbahiya ku hevşaredarên HDP’ê yên Amedê beşdar bûn lêpirsîn da destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê pîrozbahiya bi beşdariya hevşaredarên Amedê û navçeyên wê pêk hat lêpirsînê da destpêkirin. Der barê Hevserokê KCD’ê û Parlmenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik da lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê îda kir ku di şahiyê de pesindayîna PKK’ê hatiye kirin û bi her awayî ji bo şahiyê lêkolîn dane destpêkirin.