23 kesên li Rihayê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-04-05 15:03:05   RIHA – Li navçeyên Xelfetî, Bêrecûk û Hewagê yên Rihayê 23 kesên hatibûn binçavkirin piştî îfade dan dozgeriyê hatin berdan.    Li navçeyên Xelfetî, Bêrecûk û Hewagê yên Rihayê di 3’ê Nîsanê de polîs û eskeran bi ser malan de girtibûn û 23 kes binçavkiribûn. Binçavkiriyan serê sibê derxistin Dadgeha Rihayê. Piştî ku binçavkiriyan îfade da dozger hatin berdan.