‘Her roja diçe îradeya çalakgeran xurttir dibe’ 2019-04-05 14:30:08   STENBOL – Yasîn Yilmaz ê li Girtîgeha Panosê girtî ye diyar kir ku rewşa 4 hevalên wî yên di greva birçîbûnê de krîtîk bûye û got: “Her roja ku diçe îradeya hevalên di greva birçîbûnê de xurttir dibe. Bedelê wê çi dibe bila em ê tecrîdê bişkînin.”    Yasîn Yilmaz ê li ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê di greva birçîbûnê de ye bi rêya malbata xwe peyam şand. Yilmaz da zanîn ku rewşa tenduristiya 4 hevalên wî yên di grevê de ne ji ber şertên zor ên hepsê ketiye astek krîtîk û banga hestiyariyê li raya giştî kir.    ‘EM Ê TECRÎDÊ RAKIN’    Yilmaz di peyama xwe de wiha got: “Her roja ku diçe îradeya hevalên di greva birçîbûnê de xurttir dibe. Bedelê wê çi dibe bila em ê tecrîdê bişkînin û rakin. Qada siyasetê hatiye tengkirin. Tevî ku em dizanin dê tecrîd didome û zext zêde bibin jî divê siyaset xwe bi rojeva hilbijartinê re mijûl neke. Divê rojeva sereke ya gelê me tecrîd be. Em li bendê ne gelê me destekê bide çalakiyan û li her qadê deng bide dengên me. Em ji her demê bêtir bi hêztir in.”