Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-04-05 14:02:27   STENBOL – Malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzeran a cara 804'emîn jî hat redkirin.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan, Mazlum Dînç ji bo biçin Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Malbatên 3 girtiyên li gel Ocalan jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aktaş jî bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Mehmet Ocalan ji 11’ê îlona 2016’an heta 12’ê çileya 2019’an cara yekem hevdîtin pêk anîbû.    SERLÊDANA PARÊZERAN HAT REDKIRIN    Li aliyê din ji parêzerên Ocalan, Raziye Turgut, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlum Dînç jî bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin duh cara 804’emîn serî li Serdozgeriya Bursayê dabûn. Lê serlêdana parêzeran hat redkirin.    Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hêcetên cuda nikarin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.