Serlêdana AKP'ê ya ji bo Buyukçekmeceyê hat redkirin 2019-04-05 13:37:47 STENBOL – Rêxistina AKP’ê ya Buyukçekmecê bi îdaya “qeydên hilbijêrên bêrêbaz” li Buyukçekmecê hatiye kirin, ji bo hilbijartina navçeyê betal bibe serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr da.    Li gorî nûçeya Haberturkê; Rêxistina AKP’ê ya Buyukçekmecê bi îdaya “qeydên hilbijêrên bêrêbaz” li Buyukçekmecê hatiye kirin, ji bo hilbijartina navçeyê betal bibe serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr da. Hat îdakirin ku dê hilbijêrên bêrêbaz li ser ancama hilbijartinê bandorê bike.    ‘DIXWAZIN HILBIJARTINÊ BIDIZIN’    Parlamenterê CHP’ê yê Aydinê Bulent Tezcan têkildarî serlêdana AKP’ê ya betalkirina hilbijartinê ji T24 re axivî û got: “Dizîkirina dengan li gorî dilê xwe nikaribûn bidizin. Niha jî dixwazin hilbijartinê bidizin.”    Lîjneya Hilbijartinê ya Stenbolê serlêdana AKP'ê nirxand. Ancak Lîjneya Hilbijartinê di demek kurt da biryar da û serlêdana AKP'ê red kir.