Li Hezroyê îtîraza AKP’ê hat qebûlkirin 2019-04-05 13:15:34   AMED – Li Navçeya Hezroyê li ser îtîraza AKP’ê dê ji nûve deng bên jimartin.    Li Navçeya Hezro ya Amedê HDP’ê ji sedî 52,61 deng wergirtibû û şaredariyê bi dest xistibû. AKP’ê jî ji sedî 45,46 deng girtibû. Rêxistina AKP’ê ya Hezroyê bi îdaya “Wesayîtek reş li Hezroyê geriyaye û xelkê tehdît kiriye” îtîrazî Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê kir. Îtîraza AKP’ê hat qebûlkirin.   Li ser biryara lîjneya hilbijartinê tê payîn ji nûve deng bên jimartinê.