Wekîla HDP’ê Coşkûn: Divê YSK hiqûqê bi cih bîne 2019-04-05 11:35:08   MÛŞ - Parlementera HDP’ê Şevîn Coşkûn, derbarê hilbijartina Mûşê ya hîna nediyarbûn dewam dike de, got: “Divê YSK hiqûqê bi cih bîne û rêzê ji vîna gel re bigire. Çi dibe bila bibe, emê heta dawiyê xwedî vîna gel derkevin.”    Li Mûşê, nediyar bûna encama hilbijartina herîmî ya dinavbera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tîfaqa Cûmhûr de didome.  HDP’ê ser li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da, lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Şevîn Coşkûn derbarê encama hilbijartina Mûşê ya hîna jî ne diyare de axivî.    'BÊHIQÛQIYEK MEZIN HEYE'   Coşkûn, diyar kir ku li Mûşê bêhiqûqiyek mezin heye û wiha axivî: “Di pêvajoya hilbijartinê de, hemû saziyên dewletê dinava teyaqûzê de bûn. Ji walîtiyê bigirin, heta qeymeqam, ewlekariyên polîs û leşkeran weke endamên AKP’ê xebitîn. Zext li civakê kirin. Kizilay û saziyên piştgirî dayîna civakî, alîkarî dan gelê xizan ji bo ku dengê xwe bidin AKP’ê. Ligel vê jî gelê me vîna xwe danî holê. Roja hilbijartinê, hemû dibistan dorpêç kirin. Bi taybetî li navçeya Milazgirê dorpêça polîs û leşkeran bi maşîneyên zirxî hebû. Dîsan torbeyên pisûleyên dengan li şûna bînin Lijnaya Hilbijartinê ya Navçeyê anîn mala mamosteyan. Lijdean hilbijartinê hemû îtîrazên me red kir. Ev jî dide xuya kirin ku zextên desthilatdariyê hene. Ji xwe encamên fermî hîna eşkere nebûne, lê hatina walî ya navçeyê manîdare.”   ‘VÎNA GEL XESP DIKIN’   Coşkûn, da zanîn ku Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr serledanên wan qebûl nekir û wiha got: “Piştî YSK’ê emê serî li AYM’ê bidin. Li gelek bajar û navçeyên Tirkiyeyê bi lez bû bez îtîrazên AKP û MHP’ê hatin qebûl kirin. Lê hemû serlêdanên me hatin redkirin. Ji ber ku dizanin me qezenc kiriye û encama jî, dê vê bide nîşandan, ji ber wê îtîrazên me red dikin. Dixwazin vîna gel xesp bikin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Mûş û Mazgirê biryarê bi demê re dihêle û dixwaze wisan bêmafiyê meşrû bike. Divê YSK hiqûqê bi cih bîne û rêzê bide vîna gel. Çi dibe bila bibe, emê vîna gelê xwe xwedî derkevin.”