Li Tetwanê namzetên CHP’ê û SP’ê jî gotin ‘hilbijartina biqisûr’ pêk hatiye 2019-04-05 10:32:06 BEDLÎS – HDP li Tetwanê çav li rê ku Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr biryara ji bo îtîraza wan bide. Namzetên CHP’ê û Partiya Saadetê jî dixwazin deng ji nû ve bên jimartin.  Di hilbijartina xwecihî ya li Navçeya Tetwana Bedlîsê de li gorî encamên nefermî HDP’ê 15 hezar û 330 deng girtin û AKP’ê jî 15 hezar û 605 deng wergirtin. Di navbera AKP’ê û HDP’ê de tenê 275 deng ferq heye. 2 hezar û 276 deng jî hatin betalkirin. HDP’ê ji bo vê ferqa hindik û betalkirina dengan serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê dabû û îtîraza wan hatibû redkirin. Li ser vê yekê HDP’ê îtîraza xwe veguhezand Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr û li dijî encamê îtîraz kir. Çavê HDP’ê li rê ye ku Lîjneya Bajêr biryarê bide serlêdana wan.    Namzetên partiyan li benda biryarê ne. Namzetê Partiya Saadetê (SP) yê Şaredariya Tetwanê Yunus Cengîz û Namzetê CHP’ê yê Şaredariya Tetwanê Nazim Goçmen jî têkildarî encama hilbijartinê nirxandin kirin û diyar kirin ku ew bi hilbijartinek biqisûr re hevrû mane.    Namzetê CHP’ê Nazim Goçmen wiha got: “HDP’ê di sindoqê de bi ser ket. Lê li ser masê hilbijartin hatiye xespkirin.”    Namzetê SP’ê Yunus Cengîz jî xwest deng ji nû ve bên jimartin.