Lêpirsîn derbarê girtiyên di greva birçîbûnê dene vekirin 2019-04-05 10:31:34   ISPARTA - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa E ya Isparta, derbarê girtiyên di greva birçîbûnê dene, lêpirsîn vekir. Ji girtiyên ji bo lijneyê parastin şandin Cengîz Akkaya, diyar kir ku ew xwedî daxwazên Leyla Guven a 149 rojin di greva birçîbûnê deye, derdikevin.   Rêveberiya Girtîgeha Tîpa E ya Isparta, derbarê girtiyên di greva birçîbûnê dene, lêpirsîn vekir. Rêveberiya girtîgehê ji Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajêr Cengîz Akkaya yê  li heman girtîgehê dimîne xwest ku, li dijî lêpirsîna dîsîplînê parastina xwe  binivîsîne.    ‘EM XWEDÎ DAXWAZÊN GUVEN DERDIKEVIN’   Akkaya di parastina ji bo Serokatiya Lijneya Dîsîplînê nivîsan de, wiha got: “Hevseroka Kongreya civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye. Bi heman daxwazê bi hezaran girtî mîna min di greva birçîbûnê dene. Çalakiya Guven gehiştiye asta mirinê. Lê ligel vê yekê jî, hîna daxwazên wê nehatine qebûl kirin. Ez rêveberê HDP’ê me û xwedî daxwazên Birêz Guven a Parlementera me ye derdikevim. Ji bo xwedî derketina daxwazên meşrû û demokratîk ên Guven min dest çalakiyê kir.”    Akkaya di parastina xwe ew daxwazên Guven mafdar dibîne û wiha destnîşan dike: “Piştgirî dayîna çalakiyek wiha, ez weke erka sereke ya exlaqî û wîcdanî dibînim. Ji ber vê ez difikirim ku min tu tiştekê bibe mijara lêpirsînê nekiriye û dixwazim lêpirsîna derbarê min de hatî vekirin bi dawî bibe.”