Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo Rojhilatê Kurdistanê dest bi kampanyayê kirin 2019-04-05 10:17:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo mexdûrên lehiya li Rojhilatê Kurdistanê ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û ziyanek mezin pêk hat, kampanya alîkariyê da destpêkirin.   Civaka Îslamî ya Kurdistanê derbarê barana dijwar û lehiya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bû sedema windabûna can û malê gel, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehmet, ji malbatên wan sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfaya bilez hat xwestin. Di berdewama daxuyaniya ku hat gotin ji bo mexdûrên baran û lehiyê kampanya alîkariyê hatiye destpêkirin de, wiha ev tişt hatin diyarkirin:   “Wek hun jî agahdarin û di çapemeniyê de dişopînin, felaketek li ser Rojhelatê Kurdistanê û Îranê çêbû, Karesatek pir bi êş û bandor e.  Bi dehan mirovan jiyana xwe jidest dane, zerar û ziyanak mezin gihîştiye miletê wê derê. Xanî ruxyane, rê xirab bûne, pirsgirekên xwarin û vexwarinê hene, mirovên herêma felaketê di rewşeke gelekî zehmet de jiyan dikin. Em wek Civaka Îslamî ya Kurdistanê, dibêjin werin em destê van mirovên rewşa wan nebaş û muhtacî alîkarîyê ne bigirin. Xwedê weha ferman dike: ‘Bawermend ew kesin ku li ser başî û rindiyê hevkariya hevdu dikin.’ Bawermendên hêja; alîkariya van mirovên muhtac, fermana Xwedê û Pexemberê me ye. Werin em alîkariya felaketzedeyên Rojhilatê Kurdîstanê û mirovên muhtac bikin.”   Di dawiya daxuyaniyê de ji bo kesên ku dixwazin tevlî kampanyayê bibin hejmarên telefon û hesaba banqeyê hatin dayîn.   Hejmara telefonê û hesaba banqeyê wiha ye:   Têkiliyên telefonê: 00491638445873   Têkiliyîn hesabê banqeyê: Sparkasse Dortmund DE 85440501990131023383