Bav Abdurrahman Atabey: Kurê min ev 100 rojin birçiye 2019-04-05 09:42:32 AYDIN - Bavê Ramazan Ataybey ê ev 100 rojin li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê di greva birçîbûnê deye Abdurrahman Atabey banga hestiyariyê li raya giştî kir û got: “Li hemberî mirinan bê deng nemînin.”  Bavê Ramazan Ataybey ê ev 100 rojin li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye Abdurrahman Atabey banga hestiyariyê li raya giştî kir û got: “Li hemberî mirinan bê deng nemînin.”   '18 KÎLO DANE'   Bav Atabey, diyar kir ku kurê wî ev 7 salin bi îdîaya “Endamtiya rêxitinê” girtiye û wiha axivî: “Herî dawî di meha Adarê de em çûn serdana wî. Kurê min ji 73 kîloyan daketiye 55 kîloyan. Pir zêde kîlo daye û bi tena serê xwe nikare li ser piyan bimîne. Kurê min ji 100 rojan zêdetire di greva birçîbûnê deye. Dema hat hevdîtina me jî, hevalên wî ketibûn bin milê wî. Lê ji bo ku em xemgîn nebin, bi hêz disekinî. Ev 20 rojin em neçûne hevdîtinê. Rewşa wî ya niha çawane em baş nizanin. Di hefdîtina telefonê de kêm jî derbarê xwe de agahiyan dide. Her çiqasî ev rewş me bixe zoriyê jî, em rêzê didin vîn û baweriya wî. Heya ku ji destê me tê em hewl didin bibin dengê wan. Bi hezaran ciwan mîna Ramazan bedena xwe  ji mirinê  re razandine. Ez dixwazim ji bo hemû girtîgehan çareserî pêş bike.”   ‘KURÊ MIN EV 100 ROJIN BIRÇIYE’   Atabey, da zanî ku divê berî her tiştî tecrîd rabe û ev peyam da: “Zêdebûna mirinan tu feydê nade tu kesî. Em weke malbatên girtiyan divê li derve têkoşîna xwe berdewam bikin. Lazime ku kes tecrîdê qebûl neke. Dest û milên wan girêdayî ye. Lê dîsan di girtîgehan de çalakî pêk tînin. Tenê azadiya xwe û ya gelê Kurd dixwazin. Bi kurê min re îro bi hezaran girtî ev 100 rojin birçîne. Kesên bi wijdan divê vê yekê qebûl nekin.”