Koçyigit: Desteyên hilbijartinê di bin wesayeta siyasî ay AKP'ê de ne 2019-04-05 09:40:52 MÛŞ - Li Mûş û Milazgirê, îtirazên HDP'ê yên ji bo encamên hilbijartinê hatin redkirin, lê belê li gelek bajaran îtirazên AKP'ê yên ji bo encamên hilbijartinê hatin qebûlkirin. Parlementera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan kiliç Koçyîgît, anî ziman ku ev rewş nîşan dide ku desteyên hilbijartinê ne bêalî ne.  Hîn jî rewşa hilbijartina herêmî ya li Mûşê nediyar e. HDP'ê 15 hezar û 381 deng û AKP'ê jî 15 hezar û 919 deng girtine. Di navbera namzetê HDP'ê û namezetê AKP'ê de 538 deng ferq heye. Lê belê li namzetê HDP'ê Sirri Sakik daxuyandibû ku li navçeyê 2 hear û 500 dengên wan hatine betalkirin. Li ser vê HDP'ê serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da, lê belê îtiraza HDP'ê nehat qebûlkirin.    ’DÎMENA 24'Ê HEZÎRANÊ'    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlementera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, israra AKP'ê ya ji bo Mûşê nirxand. Koçyîgît, bi bîr xist ku heman pêvajo di 24'ê Hezîranê de jî qewimiye. Koçyîgît, anî ziman ku di 24'ê Hezîranê de AKP'ê li hemû navçeyan îtiraz kiriye û îtirazên wê hatibûn qebûlkirin. Koçyîgît, diyar kir ku di 24'ê Hezîranê de ew bi ferqeke mezin li pêş bûn lê dîsa jî îtiraza AKP'ê hatiye qebûlkirin û got: "Wê demê encam ehzm nedikirin. Dîmena niha jî dişibe ya 24'ê Hezîranê."   'VÎNA GEL TÊ ASTENGKIRIN'    Koçyîgît, diyar kir ku hîn encam tam diyar nebûne û pêvajoya îtirazê didome, lê belê Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz ji bo pîrozkirinê çûye cem namzetê AKP'ê Feyat Asya. Koçyîgît, destnîşan kir ku li Mûşê amîrên mulkî bêalîbûna xwe winda kiriye û niha ji bo AKP'ê dixebitin.    Koçyîgît, bal kişand ser biryara Walîtiya Mûşê ku li bajêr lidarxistina çalakî û xwepêşandana qedexe kiriye û got: "Bi vî awayî dixwazin vîna gel asteng bikin."    Koçyîgît, bal kişand ser encamên li navçeya Milazgirê jî û diyar kir ku piştî Desteya Hilbijartina Navçeya Navendî û Desteya Hilbijartina Milazgirê îtiraza wan qebûl nekiriye wan serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr daye û got: "Ev pêvajoyeke bêhiqûqî ye. Li Stenbolê ku ferqa dengan 20 hezar e, li Qers, Îdirê îtirazên AKP'ê bi lez û bez tên qebûlkirin. Li Milazgirê me bi 3 dengan winda kiriye, lê îtiraza me nayê qebûlkirin. Zext û zorî li ser desteyên hilbijartinê ne. Ev yek nîşan dide ku desteyên hilbijartinê ne bêalî ne û bûne perçeyeke AKP'ê."    Koçyîgît, anî ziman ku Mûş di nav herêmên pîlot ên AKP'ê de ye û got: "Em dizanin ji bo herêmê cihekî taybet ê Mûşê heye. Di salvegera Serketian Milazgirê de Serokomar hat Mizlagirê, li vira Weqfa Okçûlarê ku serikê wê bîlal Erdogan e ket nav hin hewldanan û prganîzasyona Milazgirê kir. Ev hemû nîşan didin ku Mizlagirê hedef girtine."    ‘WÊ EV DEFTER NEYÊ GIRTIN'    Koçyîgît, diyar kir ku rêza wan ji bo vîna gel heye û got: "Em dibêjin ku li vira bêhiqûqîtiyek heye. Bêhiqûqî li be rçavê me tên kirin. Eger ji sindoqan AKP derketibe, jixwe em tiştekî naêjin. Lê tiştekî wisa tune ye. Encamê sindoqan tê xespkirin. Lê em ê heta dawiyê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Dixwazin bi darê zorê bigirin, lê belê wê ev defter wiha neyê girtin. Em ê ji bo vîna gel heta dawiyê bitêkoşin."    MA / Ozgur Paksoy