Dê û bavê parêzerê di greva birçîbûnê de: Em bi wan serbilind in 2019-04-05 09:33:39   COLEMÊRG - Dê û bavê Parêzer Dundar Koç ku li Girtîgeha Wanê di greva birçîbûnê de ye, gotin: "Ji ber çalakiya wî em serbilind in. Daxwaza wan daxwaza me ye."    Li Girtîgeha Wanê ji 141 girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, yek jê jî parêzer Dundar Koç e. Koç, 2 sal in di girtîgehê de ye û ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    'EM BI WAN SERBILIND IN'    Bav Haci Koç, diyar kir ku piştî kurê wî dibistan kuta kiriye 9 meh şûnd ehatiye girtin û got: "Em malbat destekê didin daxwaza kurê xwe. Ew an jî hin kesên din, ji bo me ferq nake. Hemû zarokên me ne û daxwaza wan daxwaza me ye. Em ji ber çalakiya kurê xwe ser bilind in."    'DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE'    Dayik Halîme Koç jî, diyar kir ku tecrîd şer û mirin e û got: "Tenê ne ya kurê min, em piştgiriyê didin daxwaza 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de. Ji ber çalakiya wan em serbilind in. Em malbat dixwazin tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em aramiyê dixwazin. Em dixwazin ev zilm û tecrîd bi dawî bibe. Em dixwazin malbat hevdîtinê pê re çêbike. Em dixwazin parêzer pê re hevdîtinê çêbikin."