Li girtîgehê 5 bira di greva birçîbûnê de ne 2019-04-05 09:31:25   COLEMÊRG – 5 birayên hev li girtîgehê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Dê wû bavê wan diyar kirin ku ji ber zarokên wan di greva birçîbûnê de ne nan di qirika wan re naçe û xew bi çavê wan nakeve û xwestin tecrîd bi dawî bibe.  Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Li girtîgehê 5 birayên hev Firat (31), Mûrat (30), Alî (25), Recep (24) û Ferhat Ertûnç (20) li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Firat Ertûnç 90 roj in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Mûrat û Recep jî 36 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê û Alî û Firat Ertûnç jî 36 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di greva birçîbûnê de ne.    Dê û bavê wan Şermîn û Ahmet Ertûnç, xwestin rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe.    Bav Ahmet Ertûnç, anî ziman ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 16 sal ceza li kurê wî Firat hatiye birîn û bi heman tawanbariyê 25 sal li kurê wî Mûrat, li Alî û Recep jî bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye 14 sal û li Ferat jî 12 sal ceza hatiye birîn.    'JI BER KURDÊN SERBILIND IN GIRTÎNE'   Ertûnç, anî ziman ku ji ber zarokên wî birûmet û serbilind in girtîne û got: "Wekî din tu sûcê wan tune ye. Kesî nekuştine, ne çek kêrek jî nexistine destê xwe. Daxwaza kurên min daxwaza me ye jî. Em ê heta dawiyê li cem wan bin. Em naxwazin ji girtîgehan xebera mirinê bibihîsin. Em ji bo zarokên xwe dijîn."    Dayik Şermîn Ertûnç jî, anî ziman ku 11 sal in ew diçin girtîgehê û got: "Em ê heta dawiyê li pişta zarokên xwe bin. Kurd bi girtin û kuştinan naqedin."    Dayik Ertûnç, diyar kir ku herî dawî bi telefonê bi kurê xwe Firat re axiviye û got: "Çend roj berê me bi Firat re xeber da. Dibêje, wê çalakiya wan heta dawiyê dewam bike, ew ê bi ser bikevin. Niha di warê dîtinê d e nerihet e, lingên wî diêşin. Ji ber zarokên me birçîne nan di qirika me re naçe, xew bi çavê me nakeve. Em nikarin li mala xwe xwarinê çêbikin, têkevin xew. Em ê tim li cem zarokên xwe bin. Em ê dev ji doza xwe bernedin."    Ertûnç, bang li raya giştî kir ku ji bo grevên birçîbûnê û tecrîdê tev bigere.