Ji malbatekê 3 kes di greva birçîbûnê de ne: Bibin dengê çalakgeran me 2019-04-05 09:28:19 EDENE – Ji heman malbatê Mûrat Şîmşek, Salîh Şîmşek û Sûat Şîmşek jî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin. Her sê girtiyan bang li raya giştî kirin û gotin: "Dengê xwe li dengê me zêde bikin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 149'an de didome. Bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Ji van girtiyan 3 kes jê ji malbata Şîmeşk in. Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê Mûrat Şîmşek ji 5'ê Çileyê, li Girtîgeha Elbîstan a Mereşê Salîh Şîmşek û li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê Sûat Şîmşek jî ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne.    ‘BIBIN DENGÊ ÇALAKIYA ME'    Turkan Şîmşek, dayika Salîh Şîmşek, diyar kir ku kurê wê di 18 saliya xwe de hatiye binçavkirin, cezayê muebetê lê hatiye birîn û 22 sal in girtiye. Şîmşek, bilêv kir ku di 1'ê Nîsanê de wê kurê xwe dîtiye û kurê wê gotiye: "Ez û 28 hevalên xwe di greva birçîbûnê de ne. Moralê me baş e. Bibin dengê çalakiya me û destekê bidin."    Şîmşek, bal kişand ser bêdengiya raya giştî û diyar kir ku ji ber çalakiyên greva birçîbûnê ew nikare li malê xwarinê bixwe. Dayik Şîmşek, anî ziman ku ev pêvajo tenê ne dayikan her kesî eleqedar dike û got: "Em dayik in, dil me dişewite. Lê ev kar tenê bi me safî nabe. Divê gel xwedî li girtiyan û xwe derkeve. Em naxwazin ji zindanan cenaze derkevin. Ma wê heta kengî dewam bike? Ma dilê mirovan naşewite? Wijdanê wan naêşe? Bila ev bêdengî bi dawî bibe."    ‘ME TENÊ NEHÊLIN'    Bedîa Şîmeşk, dayika Sûat û Mûrat Şîmeşk, anî ziman ku wê di 1'ê Nîsanê de kurê xwe Mûrat dîtiye. Şîmşek, anî ziman ku kurê wê pir zigîf bûye, lê belê moralê wî baş bûye û jê re gotiye: "Dayê li cem me bin. Bibin dengê berxwedana me. Eger hûn ne li cem me bin, em ê bi tenê bimînin. Rabin ser piya."    ‘BILA ZAROKÊN ME NEMIRIN'    Dayik Şîmşek, anî ziman ku moralê kurên wê baş û got: "Divê her kes bibe dengê vê çalakiyê. Divê em nîşan bidin ku zarokên me ne bi tenê ne. Ma wê çend cenazeyên din bên?"    MA / Hamdullah Kesen