Li Xarpêtê erdheja 5.2 pêl pêk hat 2019-04-04 20:47:25   AMED - Li Xarpêtê saet di 20.31'an de erdheja bi hêza 5.2 pêl pêk hat. Erdhej li Amedê jî hat hîskirin.     Li Sêgoşeya Navçeya Şankuşa Amed û Navçeyên Doganyol û Sîvrice yên Xarpêtê û Semsûrê erdheja ku hêza wê  5.2 pêl pêk hat. Erdheja ku saet di 20.31'an de pêk hat li bajarên derdorê jî hat hîskirin. Li Amedê jî avahî hejiyan û welatî derketin kolanan. Nehat zanîn ku erdhejê zerar û ziyan daye mirovan an na.