Li Amedê pîrozbahiya hilbijartinê û 4’ê Nîsanê pêk hat 2019-04-04 17:05:11 AMED – Şahiya HDP’ê ku ji bo serkeftina hilbijartinê li dar xist veguherî pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê li avahiya xwe şahiya serkeftina xwe ya hilbijartinê li dar xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik, hevşaredarên navçeyan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, wekîlên HDP’ê û bi sedan welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatiyên sloganên ji bo Leyla Guven a 148 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di gerva birçîbûnê de dirûşm berz kirin. Pîrozbahiya HDP’ê veguherî pîrozbahiya rojbûna 70’yemîn a Ocalan.     MIZRAKLI: BIHAR HAT, ROJ HILAVÊT    Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli yê malovaniyê ji pîrozbahiyê re kir diyar kir ku encama hilbijartinê serkeftina gelê kurd e û got: “Em ji bo serkeftina we kom bûn. Ev serkeftina xwedî derketina îrade û rûmeta we ye. Me vê pêvajoya bi zehmetî bi serkeftî derbas kir. A rast ji niha şûn ve karê me dest pê dike. Em ê bajarê xwe yê hatiye talankirin derxin astek xweşiktir û baştir. Bihar hat, roj hilavêt. Em ê xeyalên xwe pêk bînin. Me bi hev re qezenc kir û em ê bi hev re bi ser bikevin.”    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ    Mizrakli bal kişand ser grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan û got: “Leyla Guven û bi hezaran hevalên me li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Rakirina vê tecrîdê berpirsiyariya me hemûyan e.”    ‘EM Ê BI GELÊ AMEDÊ RE DEST BIDIN DESTÊ HEV’    Hevşareder Hulya Alokmen jî spasî ji gelê Amedê re kir û got: “Em bi keda jinan gihîştin serkeftinê. Me di 31’ê Adarê de bersiv da polîtîkaya qeyûman. Me û gelê Amedê dest da destên hev û em bi ser ketin. Em ê niha jî bi gelê Amedê re dest bidin destên hev û dest bi xebatên xwe bikin.”    Piştî axaftina hevşaredaran welatiyan bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be, ey Serok Apo” berz kirin.    ‘EM LI DIJÎ DEWLETÊ BI SER KETIN’    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û got: “Me li dijî AKP û MHP’ê ku hemû derfetên dewletê di pêvajoya hilbijartinê li pey xwe hişt. Em li dijî dewletê di hilbijartinê de serkeftî derketin. Çi kirin jî lê dîsa gelê kurd xwedî li îradeya xwe derket. Em carek din gelê kurd pîroz dikin. Armanca îtîfaqa AKP-MHP’ê ew e ku nasnameya gelê kurd tune bikin. Gelê kurd tevî hemû zextan jî xwedî li çand, nasname û dîroka xwe derket. Li rojavayê welat jî gelê kurd çû ser sindoqan û darbe li Erdogan xist.”    ‘BIRÊZ OCALAN ROJA GELAN E’    Ozturk bal kişand ser rojbûna Ocalan û got: “Rojbaûna Birêz Oclan bûye roja tevahiya gelan.Birêz Ocalan siberoja gelên Rojhilata Navîn ronî dike.”    Piştî axaftinan welatiyan li ber stranan goven hat gerand û dirûşm berz kirin.