Li Kaniyahenê ku AKP’ê 19 deng girt îtîraza wê hat qebûlkirin 2019-04-04 15:06:37   ÊLIH – Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Kercewsê bi 43 dengan hilbijartinê winda kirin. HDP’ê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê da lê îtîraz hat redkirin. AKP a ku li Bajaroka Kaniyahenê tenê 19 deng girt îtîraz kir û lîjneya navçeyê serlêdanê qebûl kir.    Li Navçeya Kercewsê ya Êlihê di hilbijartinê de li gorî endamên nefermî AKP’ê hezar û 611 deng girt û HDP’ê jî hezar û 568 deng girt. Li tevahiya navçeyê 252 deng hatin betalkirin. Rêxistina HDP’ê ya Kercewsê li dijî encama hilbijartinê îtîrazî Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê kir.    Lîjneya Hilbijartina Kercewsê îtîraza HDP’ê red kir. Li ser vê yekê HDP’a Kercewsê îtîraz Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr kir. Lîjneya Bajêr jî serlêdana HDP’ê red kir.    AKP’Ê 19 DENG GIRT Û ÎTÎRAZA WÊ HAT QEBÛLKIRIN    Li Bajaroka Kaniyahenê ya girêdayî Navçeya Hezo ya Êlihê jî HDP’ê 852 deng wergirt û bû partiya yekemîn. Namzetê serbixwe Zekî Demîr jî 734 deng girtin. AKP’ê jî tenê 19 deng wergirt. Piştî encama hilbijartinê AKP’ê ya ku tenê 19 deng wergirtin îtîrazî Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê kir. Îtîraza AKP’ê ji aliyê lîjneyê ve hat qebûlkirin.