Rojnameger Aydin Atay hat birîndarkirin û şelandin 2019-04-04 14:44:36   DÎLOK – Du kesên rûpoş bi kêrê êrîşî rojnameger Aydin Atay kirin û telefona wî jî xesp kirin.    Li Dîlokê du kesên rûpoş xistibûn serê xwe bi kêrê êrîşî xwendekarê Beşa Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Dîlokê û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Aydin Atay kirin. Kesên bi rûpoş piştî êrîşê telefona Atay jê xesp kirin. Bûyer duh êvarê saet li derdora 22.30’an dema Atay diçû mêvandariyê li taxa Bulbulzade ya Dîlokê pêk hat.    Atay li dijî êrîşkaran li ber xwe da lê bi kêran li ranê wî xistin. Êrîşkaran piştî Atay kêr kirin telefona wî hildan û ji cihê bûyerê reviyan.    Piştî bûyerê hevalên Atay hatin cihê bûyerê û wî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîlokê û piştî hat dermankirin ji nexweşxaneyê derket. Atay bi rapora ji nexweşxaneyê wergirt çû Navenda Polîsan a Karataşê der barê êrîşkaran de gilî kir.