Maçoglu bi hêceta ‘ewlehiyê’ mazbataya xwe wernegirt 2019-04-04 13:09:26   DERSIM – Serokşaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglu yê ji TKP’ê hat bijartin xwest mazbataya xwe bigire. Mazbatayê bi sedema “hêceta ewlehiya nayê eşkerekirin” nedan Maçoglu.    Serokşaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglu yê ji TKP’ê hat bijartin xwest ji Lîjneya Hilbijartina Bajêr mazbataya xwe bigire. Lîjneyê mazbatayê bi sedema “hêceta ewlehiya nayê eşkerekirin” neda Maçoglu.  Maçoglu da zanîn ku jê re gotine dê sibê mazbatayê bidinê. Maçoglu got têkildarî hêcetê nedana mazbatayê bi berfirehî agahî nedanê.