HDP’ê ji bo encama hilbijartina Wêranşarê îtîrazî Lîjneya Hilbijartina Bajêr kir 2019-04-04 12:40:22   RIHA – HDP’ê li dijî encama hilbijartina li Wêranşarê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê dabû û îtîraza wan hatibû redkirin. Li ser vê yekê HDP’ê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr da.    Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Wêranşarê Roza Yazmaci û Hidir Oktay îtîrazî encama hilbijartina Navçeya Wêranşarê ya Rihayê kirin. Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraza HDP’ê red kir. Li ser vê yekê namzetên HDP’ê yên Wêranşarê îtîrazî Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr kirin.