Çîçek: Me li Stenbolê dawî li serweriya haramiyan anî 2019-04-04 12:11:22   STENBOL – Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Parêzer Cengîz Çîçek diyar kir ku wan Stenbolê ji paytextiya rantê û diziyê rizgar kiriye û got: “Bi vê hilbijartinê hîsa ‘belê em dikarin bi ser bikevin’ bi gel re çêkir. Pêdivî bi vê hêza yekîtiya demokrasiyê heye ku bibe civakî.”    Encama hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê ya li Stenbolê ku Namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu bi ser ket tê nîqaşkirin. Serketina Îmamoglu dengvedanek mezin bi xwe re anî. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Parêzer Cengîz Çîçek encama hilbijartina li Stenbolê nirxand.    'PÊNGAVA ME NÊZKIRINA CIVAKÎ DERXIST HOLÊ’    Çîçek anî ziman ku girseya HDP’ê li Tirkiyeyê girseya herî polîtîk e û got: “Hilbijêrên HDP’ê pir eşkere dît ku îtîfaqa AKP-MHP’ê ji bo siberoja Tirkiyeyê talûkeyê bi xwe re tîne. Peyama stratejiya partiya me têra hilbijêrên me kir. Me xwest em bi stratejû û xebata xwe ji vê çûyîna Tirkiyeyê ya xerab re bêjin bes e. Divê vê pêngav ango stratejiya me wek veguherandina Tirkiyeyê bê xwendin. Pêngava me nêzkirina civakîbûnê derxist holê. Me piştevaniyê derxist holê. Ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê divê ev pêngav wek destpêk jî bê dîtin.”    ‘ME SERWERIYA HARAMIYAN HILWEŞAND’    Çîçek got wan hemû rêxistin û girseya xwe ji bo serkeftina hilbijartinê seferber kiribûn û got: “Tevî hemû zext û dorpêçkirina jî ji bo guherandina çarenûsa welat em xwedî hêza dînamîk bûn. Stratejiya HDP’ê li gellek bajarên mezin AKP-MHP’ê ji îktîdariya herêmî ve xist. Ya herî balkêş jî Stenbol e. Ji her warî ve ev bajar paytexta welat e. Bajarek qedîm e. Me Stenbolê ji paytexta rantxwir û diziyê rizgar kir. Û Stenbol kesên lî îxanet dikirin qebûl nekir. Em bejan xwe li ber hemû kesên keda wan ket vê serkeftinê ditewînin. Ev rûmet rûmeta we ye. Em ê wek pêvajoya hilbijartinê mudaxîlî vê pêvajoyê bibin. Ji 7’ê Hezîranê ve li gel hemû girtina rêveberên me jî partiya me bi hêza xwe ya siyasî da nîşandan ku dikare hemû lîstikan xera bike. Tişta ji niha şûn ve bê kirin jî avakirina yekîtiya hêza civakîbûna demokratîk e. Me dawî li serweriya haramiyan anî. Dora serweriya gelên me ye. Me gotibû tu layîqî me yî Stenbol. Em jî layîqî te ne Stenbo.”    MA / Necla Demîr