Kurtejiyana hin çalakgerên greva birçîbûnê hat weşandin 2019-04-04 11:33:49   AMED – Înîsyatîfa Deng Bide Leylayê, der barê kurtejiyan û peyamên girtiyên di grevên birçîbûnê de dosyeyek amade kir.    Li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê bi pêşengiya Leyla Guvenê didome. Înîsyatîfa Deng Bide Leylayê, der barê kurtejiyan û peyamên girtiyên di greva birçîbûnê de dosyeyek amade kir. Înîsyatîfê, destnîşan kir ku ji ber dewlet der barê grevên birçîbûnê de gavine demokratîk neavêite 7 hezar girtî ketine greva birçîbûnê. Înîsyatîfê, diyar kir ku peyama çalakgerên greva birçîbûnê "Daxwaza Leyla Guven, daxwaza me ye" û bang li dewletê kir ku li gor mewzûata qanûnî tev bigere.    ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛN'    Di dosyeyê de binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên di greva birçîbûnê de jî ev tişt hatin gotin: "Binpêkirinên mafan ên li hemberî çalag-kgerên greva birçîbûnê ji hemû mercîên eleqedar re hatin şandin. Her wiha nehiştin heyetên serbixwe lêkolînê jî bikin. Li girtîgehan cezayê hucreyê li girtiyên di greva birçîbûnê de ne tên birîn, heta demeke dûr û dirêj refeqatvanan nadin çalakgeran, hevdîtina bi malbatan, hevdîtina bi rêya telefon, nameşandinê tê astengkirin. Bi êrîşên fizîkî û derûnî re rû bi rû dimînin. Tansiyon û kîloyên wan bi awayekî rêk û pêk nayên kontrolkirin. Xwê, şekir, lîmon, karbonat, ava fêkiyan nadin çalakgeran û her wiha yên heyî jî tên destgîrkirin û li marketên girtîgehan jî ev malzeme bi fiyetekî zêde tên firotin. Ev hemû di raporên ÎHD'ê de cih digirin. Niha rewşa girtiyan di asteke krîtîkj de ye. Her wiha wexta me ev dosye amade kir, di warê xwegihandina girtiyan de em bi hin pirsgirêkan re rû bi rû man."    Înîsyatîfê, di dosyeyê de bal kişand ser kesên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan jî û ev tişt hatin gotin: "Wexta me ev dosye amade dikir, ji girtîgehan cenazeyên 4 ciwanên ji bo tecrîdê protesto bikin dawî li jiyana xwe anîn derketin. Di 17'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Tekirdagê Zulkuf Gezen (33), di 23'yê Adarê de li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê Ayten Becet (23), di 24'ê Adarê de li Girtîgeha Oltûyê Zehra Saglam (23), di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Mêrdînê Medya Çinar (24) dawî li jiyana xwe anîn û di 29'ê Adarê de jî li Girtîgeha Şakranê ya Jina Yonca Akinci hewl da dawî li jiyana xwe bîne, lê belê di 1'ê Nîsanê de li neweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Her wiha di 2'yê Nîsanê de jî li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê jî Sîraç Yuksek ji bo protestokirin tecrîdê dawî li jiyana xwe aniye. Ji bo li ber vê felaketê bêdengiyek çêeneb û j bo ev felaket bi dawî bibe me ji bo we dostên hêza der barê kurtejiyan û peyamên girtiyên di greva birçîbûnê de dosyeyek amade kir."    KURTEJIYANA ÇALAKGERÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE   Leyla Guven: Di sala 1964'an de li bajaroka Yapali ya Konyayê hatiye dinê. Di sala 1994'an de di rêveberiya HADEP'a Konyayd e cih girt û dest bi xebatên siyasî kir. Di sala 2004'an de bû şaredara Kuçuk Dîkîlî ya Edeneyê. Di sala 2009'an de bû Şaredara WÊranşara Rihayê. Wexta endama Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê bû hat girtin û 5 salan di girtîgehê dema. Di sala 2015'an de bû Parelemnetar HDP'ê ya RIhayê. Di Çileya 2018'an de ji ber axaftinên xwe yên der barê operasyona li hemberî Efrînê de hat girtin. Dema girtîbû di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bû Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê. Di 8'ê Mijdara 2018'an de li girtîgehê dest bi greva bêdem û nedorveger kir. Di roja 79'an a gerva birçîbûnê de hat berdan. Niha çalakiya xw eya greva birçîbûnê li malê didomîne. Leyla Guven, aktivîsta Tevgera Jina Azad (TJA), Hevseroka Kongreya Civak Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê ye.    Azîme Işik: 20 sal in girtiye. Di Girtîgeha Jina ya Şakranê de ye. Ji 15'ê Sibata 2019'an ve di greva birçîbûnê de ye. Di peyama xwe de got: "Tenê ne Birêz Ocalan, hemû civak tê tecrîdkirin."   Ayten Gulsum: Di sala 1979'an de li Sasona Êlihê hatiye dinê. 36 sal ceza lê hatiye birîn. 20 sal in girtiye.. Ji 26'ê Çileya 2019'an ve di greva birçîbûnê de ye. Di peyama xwe ya dawî de got: "Tecrîd, li ser Rêberê me û tevahiya gel tê birêvebirin. Em bi bedena xwe hewl didin dengê xwe ragihînin. Bilindkirina dengê me jî dikeve ser milê we."    Bêrîvan Bîtmen: Di Girtîgeha Jina ya Kayseriyê de ye. Ji 5'ê Çileya 2019'an ve di greva birçîbûnê de ye. Di peyama xwe de got: "Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, kes nemire."    Besê Ozer: Ji Licêya Amedê ye. Di sala 1996'an de JÎTEM'ê ew binçav kir û cezayê muebetê lê hat birîn. 23 sal in girtiye. Ji 26'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye. Di peyama xwe ya dawî de got: "Divê gel li dijî tecrîdê bêje 'na', 'êdî bes e'. Gelê kurd û tirk, dengê me bibihîsin."    Dîlan Yildirim: Li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê ye. Ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Dilbirîn Turgut: 29 salî ye û xwendekara hîndekariya vekirî ye. Du sal zêdetir e di hepsê de ye.     Elîf Atdemîr: Li Wanê hat dinê. 20 salî ye. Di 17 saliya xwe de li navçeya Sûra Amedê di êrîşa polîsan de birîndar bû û hat binçavkirin. Temenê wî hat mezinkirin û ceza lê birîn. 3 sal in girtî ye. 10 sal ceza lê hat birîn. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Esma Başkale: Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin. Ji 17’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Gurbet Ektîren: Di sala 2015’an de hat girtin. Di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ma. Di 15’ê çile de dest bi greva birçîbûnê. Di 8’ê Adarê de hat berdan û li mala xwe ya li Navçeya Derika Mêrdînê greva birçîbûnê didomîne.    Gurbet Ozturk: Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dimîne. Ji 26’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Hatîce Kaymak: Di 2017’an de li Amedê hat girtin. 9 sal ceza lê hat birîn. Ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Hacer Xelîl Yusuf: Li Efrînê hat dinê. Li Girtîgeha Jinan a Tîpa M tê girtin. Li navçeya Çelê ya Colemêrgê hat girtin. Dema hat girtin îşkenceyên mezin lê hatin kirin. 24 sal in di girtîgehê de ye. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Hamîde Yuksel: 35 salî ye. Bi îdaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û 3 sal girtî ye. Ji 1’ê Adarê ve di grevê de ye.    Hediye Yayik: Ji sala 2012’an ve girtî ye. Li girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin. Ji 4’ê sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.   Kîbriye Evren: Rojnameger e. Ji 9’ê cotmeha 2018’an ve girtî ye. Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimîne. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.     Melek Yalçin: 25 salî ye. 9 sal û 8 meh ceza lê hat birîn. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimîne.    Menal Temel: 24 salî ye û ji Navçeya Qosera Mêrdînê ye. Ji malbatek 9 zarokên wê hebûne ye. Di 2016’an de hat girtin û bi îdaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. 9 sal ceza lê hat birîn û 3 sal e girtî ye. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye   Merge Polat: Li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê dimîne. Ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Mukaddes Çelîk: Ji sala 2013’an ve girtî ye. Ji 4’ê sibatê ve di greva birçîbûnê de ye. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimîne.    Necla Atak: Li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Kocaeliyê de dimîne. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Nurşen Tekîn: Ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye. Li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê dimîne.    Ozlem Ozdemîr: Ji sala 2012’an ve di hepsê de ye. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimîne.    Ozlem Soyler: Ji 2012’an ve girtî ye. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimîne.    Reyhan Çomak: 56 salî ye. Ji sala 2011’an ve îdaya “endamtiya rêxistinê” 11 sal ceza lê hat birîn. Ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Rahşan Aydin: 22 salî ye û di nava malbatek 4 zarokên wê hene û ji navçeya Çêrmûga Amedê ye. Li Navçeya Rezana Amedê di encama êrîşa polîsan de hat girtin. Cezayê heta hetayê lê hat birîn. Ji 15’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Rozerîn Kalkan: 22 salî ye û xwendekar e. Ji 11’ê tebaxa 2016’an ve girtî ye. 10 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Ji 1’ê Adarê ve greva birçîbûnê de ye.    Sebahat Tuncel: Di 5’ê tîrmeha 1975’an de li Meletiyê hat dinê. Du serdem parlamenteriyê kir. Di 6’ê mijdara 2016’an de li Amedê hat girtin. Ji 16’ê çile ve greva birçîbûnê de ye.    Selma Irmak: Di sala 1971’an de li Navçeya Qosera Mêrdînê hat dinê. Du serdeman parlamenteriyê kir. Ji 15’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Sevîcan Yaşar: 41 salî ye û dayika 4 zarokan e. Li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Di 8’ê Adarê de hat girtin.    Sînem Oguz: 26 salî ye. 12 sal ceza lê hat birîn. Ev 4 sal in li Girtîgeha Kayseriyê ye. Ji 25’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Şadiye Manap: 27 sal in girtî ye. Ji 4’ê sibatê ve li Girtîgeha Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye.    Şehrîban Çoban: 26 salî ye. Ji 2015’an ve girtî ye. Ji 15’ê sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.    Sîbel Uçar: Li Sûrê bi birîndarî hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Ji 2014’an ve girtî ye. Di 4’ê sibatê de ket greva birçîbûnê û li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin.    Suheyla Taş: Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne. Ji 26’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Zeynep Taşgîr: Li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan dimîne. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Zana Çoban: Ji 2015’an ve di hepsê de ye. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Gebze ya Jinan di greva birçîbûnê de ye.    Zulfiye Kîşmîr: Hevşaredara Navçeya Pîranê bû. Qeyûm tayînî şûna wê kirin. Salekê bêtir e li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê ragirtin. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Kurê wê Alîş ê 15 salî nexweşê epîlepsî ye û bi hesreta kurê xwe di nava şertên girtîgehê de têdikoşe.    Egît Yildiz: 22 salî ye. Ji saibata 2016’an ve girtî ye. 14 sal ceza lê hat birîn. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Ahmet Kaya: 23 salî ye. 15 sal ceza lê hat birîn. 5 sal in girtî ye. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di greva birçîbûnê de ye.    Ahmet Surme: 31 salî ye. 16 sal ceza lê hat birîn. 2 sal in girtî ye. ji 26’ê kanûna 2018’an ve greva birçîbûnê de ye.    Aydın Akiş: 32 salî ye. 35 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. 12 sal in girtî ye. Ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê di greve de ye.    Azad Aslan: 25 slî ye. 7 sal û nîv ceza lê hat birîn. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di greva birçîbûnê de ye.      Cemîl Akiş: 46 salî ye. 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. 3 sal in girtî ye. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa L a Panosê di greva birçîbûnê de ye.    Emrullah Kalkan: 27 salî ye û 5 meh in di Girtîgeha Tîpa d A Amedê de ye. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Erdal Polat: 37 salî ye. Cezayê muebetê lê hatiye birîn. 11 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Buca ya Îzmîrê ye. Ji 26’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Ferhat Tuncer: 25 salî ye. 5 sal ceza lê hat birîn. 6 meh in girtî ye. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê di greva birçîbûnê de ye.    Faruk Aras: Di 2012'an de hat girtin Bi giştî 120 sal ceza lê hat birîn. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale di greva birçîbûn3e de ye.    Fesih Tekîn: Di sala 1988’an de hat dinê. 12 sal ceza lê hat birîn. 8 sal û nîv e di girtîgehê de ye. Ji 5’ê çile ve li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye.    5 BIRA GIRTÎ NE Û DI GREVÊ DE NE    Firat Ertunç: 32 salî ye. 5 birayê wî hene her pênc jî di girtîgehê de ne. 17 sal ceza lê hat birîn. 4 sal in girtî ye. Ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye. Ji ber greva birçîbûnê pirsgirêk di çavê wî de derketine û nikare bibîne.    Alî Ertunç: 27 salî ye. 9 sal ceza lê hat birîn. 3 meh in girtî ye. Ji adara 2019’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Murat Ertunç: 30 salî ye. Hêj dema xwendekar bû hat girtin û 25 sal ceza lê hat birîn. 10 sal in girtî ye. Ji meha sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.    Recep Ertunç: 26 salî ye. 15 sal ceza lê hat birîn. 7 salin girtî ye. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Ferhat Ertunç: 21 salî ye. 12 sal ceza lê hat birîn. 3 sal in girtî ye. Ji sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.    Dîndar Koç: 28 salî ye. Parêzer e. 3 sal û nîv ceza lê hat birîn. Du sal û nîv e di girtîgehê de ye. Ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Îbrahîm Tekîn: 23 salî ye. 12 sal ceza lê hat birîn. Ji meha çile ve li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di greva birçîbûnê de ye.   M. Şîrîn Kaya: 26 salî ye. 22 sal ceza lê hat birîn. 7 sal in girtî ye. Ji meha adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê di greva birçîbûnê de ye.     Mahsum Balgî: Di sala 2012’an de li Edeneyê hat girtin. 14 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hat birîn. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Amedê di greva birçîbûnê de ye.     Mahsum Koyun: 24 salî ye ûy xwendekarê zanîngehê bû. Beşa rojnamegeriyê dixwend. 5 sal û 8 meh ceza lê hat birîn. Ji 2 sal zêdetir e girtî ye. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbfûnê de ye.    Mecît Kanat: 24 salî ye. 7 sal ceza lê hat birîn. 4 sal in girtî ye. Ji meha adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê de ye.    Murat Gumuş: 36 salî ye. 120 sal ceza lê hat birîn. 11 sal e girtî ye. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Nacî Aslan: 35 salî ye. 7 sal û nîv ceza lê hat birîn. Ji meha adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê de ye.    Nîhat Ekmez: 51 salî ye. Bijîşk e. 36 sal ceza lê hat birîn. 23 sal in girtî ye. Ji 26’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Nurullah Ugur û Furkan Ugur: Furkan 20 salî ye û Nurullah 19 salî ye. Furkan li Girtîgeha Jimara 1’an a Xarpêtê tê ragirtin û Nurullah Ugur li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê tê ragirtin. Bavê wan jî li Girtîgeha Ceyhanê ye. Cezayê muebetê li Furkan hatiye birîn. Ji 21’ê sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.    Hakan Yilmaz: 22 salî ye. 18 sal ceza lê hat birîn. 5 sal in girtî ye. Ji meha adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê de ye.    Hakan Abî: 30 salî ye. 5 meh in girtî ye. Darizandina wî didome. Ji sibatê ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di greva birçîbûnê de ye.    Îsmet Akin: 30 car cezayê muebetê yê girankirî ango heta hetayê lê hatiye birîn. Ji 5’ê çile ve li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê di greva birçîbûnê de ye. Gellek caran hat emeliyatkirin. Rewşa tenduristiya wî nebaşe.    Îsmet Taş: Li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye. Ji 5’ê çile ve di greva birçîbfûnê de ye.    Kasim Temel: 45 salî ye. 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn. 4 sal in girtî ye. Ji sibatê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê de ye.    Kazzm Kit: Di sala 1991’an de li Dersimê hat dinê. Ji 2015’an ve girtî ye. Ji 12ê Adarê ve gireva birçîbûnê de ye.     Kerem Îmrek: 27 salî ye. Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê girtî ye. Ji 26’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye. Gellek nexweşîn lê peyda bûne û 13 kîlo zeîf bûye.    Menduh Aşkan: 35 salî ye. Esnaf bû. 4 sal û 8 meh ceza lê hat birîn. 9 meh in girtî ye. ji meha adarê ve di greva birçîbûnê de ye.     Mesut Atiş: 29 salî ye. 20 sal ceza lê hat birîn. 4 sal in li Girtîgeha Jimara 2’an a Kandiriyaê girtî ye. Ji 17’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Metîn Serhat: 35 salî ye. Gellek ji xwendina pirtûkan hez dike. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye. Hat gotin ku 17 kîlo zeîf bûye.    Murat Karagoz: 26 salî ye. 7 sal û nîv ceza lê hat birîn. 5 sal in girtî ye. Ji meha çile ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê de ye.    Ozan Ege: 21 salî ye. Ji 2016’an ve girtî ye. 10 sal ceza lê hat birîn. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçÎbûnê de ye.    Raşît Teymur: 25 salî ye. Li Girtîgeha Xarpêtê dimîne. 31 sal ceza lê hat birîn. Ji 4 sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.    Ronî Yavuz: 23 salî ye. 10 sal ceza lê hat birîn. Li Girtîgeha Jimara 4’an a Tîpa T a Şakranê ji meha sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.    Ramazan Ozlu:  35 salî ye. 7 xwişk û birayên wî hene. Ji 28’ê çileya 2019’an ve li Girtîgeha Jimara 2’an Tîpa F a Tekîrdagê di greva birçîbûnê de ye.    Rêber Akdag: Di 1996’an de li Colemêrgê hat dinê. 3 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin û 8 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn. Ji 28’ê sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.    Serhat Tuncer: 24 salî ye. 26 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Ji meha adarê ve li Girtîgeha Antalyayê di greva birçîbûnê de ye.    Sînan Kaya: 42 salî ye. Tê darizandin. Ji 15’ê adara ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê de ye.     Selahattîn Yaşar: Li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê dimîne. Ji sala 2014’an ve girtî ye û 13 sal ceza lê hat birîn. Ji meha sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.   Sadettîn Yaşar: Li Girtîgeha Jimara 2’an Tîpa F a Kandirayê tê girtin. Ji 17’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Serhat Guzel: Temenê wî 25 salî ye. Enedezyariya înaştê dixwend û terk kir. 4 sal in girtî ye. Heta hetayê ceza rê tê xwestin. Ji 26’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Sînan Çelîk: 28 salî ye. Li Licê mezin bûye. Xwendekarê zanîngehê ye. 11 car cezayê muebeta girankirî lê hat birîn. 5 sal in girtî ye. Ji 26’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Turan Gunana: 38 salî ye. Cezayê muebetê lê hatiye birîn. 14 sal in girtî ye. Ji 17’ê kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Jimara 2’an Tîpa F a Kandirayê di greva birçîbûnê de ye.    Veysî Olçen: 26 salî ye. Xwendekar e. Ji gulana 2014’an ve girtî ye. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Yorgun Bektaşoglu: 27 salî ye. 9 sal ceza lê hat birîn. 7 sal in girtî ye. Ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Zahît Tekîn: Di sala 1990’an de li Colemêrgê hat dinê. 3 sal in girtî ye. 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Ji 26’ê sibatê ve di greva birçîbûnê de ye. Li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê dimîne.    Zerdeşt Oduncu: 27 salî ye. 174 sal ceza lê hat birîn. 8 sal in girtî ye. Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dimîne. 4 sal in di hucreya yek kesî de dimîne. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.   Belgîn Kanat: Ji 17’ê kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di greva birçîbûnê de ye. Gellek zeîf bûye.    Rûşen Bozan: Di sala 1981’an de li Êlihê hat dinê. Ji meha gulana sala 2013’an ve girtî ye. 23 sal ceza lê hat birîn. Ji meha çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Saadet Akin: 29 salî ye. 11 xwişk û bira ne. Herî zêde ji guhdariya stranan hez dike. 31 sal ceza lê hat birîn. 4 sal in girtî ye. 3 caran hat sirgûnkirin. Niha li Girtîgeha Sîncana Enqereyê dimîne û ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Zelîha Ustabaş: Di sala 1991’an de li Navçeya Hopa ya Artvînê hat dinê. Ermeniya Hemşînî ye. 12 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan tê ragirtin.    Alî Kaya: 26 salî ye. 17 sal ceza lê hat birîn. 6 sal in girtî ye. Ji meha Sibatê ve li Girtîgeah Bandirmaya Balikesîrê di greva birçîbûnê de ye.    Cîhan Tîmur: Li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.     Egît Tekîn: 23 salî ye. 4 xwişk û bira ne. Ji xwendina pirtûk û lêkolînê pir hez dike. Ji ber xwebatên ciwanan hat girtin û 12 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Ferhem Akyuz: 38 salî ye. 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. 2 sal in girtî ye. Ji meha adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê de ye.     Gokhan Duman: 5 sal in girtî ye. Li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê tê ragirtin. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Hamza Dogrul: Li Girtîgeha Jimara 5’an Sîlîvrî tê ragirtin û ji 16’ê kanûna 2018’an ve di grevabirçîbûnê de ye.    Hasan Umut Ozer: Li Girtîgeha Tîpa F a Karabukê tê ragirtin. 8 sal in girtî ye. Ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Huseyîn Aşkan: 26 salî ye. 18 sal ceza lê hat birîn. 7 sal in girtî ye. Ji meha sibatê ve li Girtîgeha Tîpa L a Panosê di greva birçîbûnê de ye.    Huseyîn Duman: Ji 18’ê çile ve li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeyê di greva birçîbûnê de ye. 42 salî ye. di 18 saliya xwe de ketiye greva birçîbûnê. 25 sal in girtî ye.    Husnu Aşkan: 29 salî ye. 18 sal ceza lê hatiye birîn. 7 sal in girtî ye. Ji meha sibatê ve li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê di greva birçîbûnê de ye.    Husnu Turgut: Ji meha çile ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê de ye.    Îbrahîm Yonden: Li Girtîgeha Kalkandereyê ya Rîzeyê tê girtin. Ji meh çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Îhsan Sînmîş: 55 salî ye. 7 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Sîlîvrîyê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Hat tahliyekirin û li mala xwe ya li Stenbolê çalakiya xwe didomîn.e    Îlhan Dayan: 25 salî ye. 16 sal ceza lê hat birîn. 7 sal in girtî ye. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Oltu ya Erziromê di greva birçîbûnê de ye.    Îsmîal Koç: Li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê dimîne. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Kadîr Akdogan: Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Oltu ya Erziromê di greva birçîbûnê de ye.    Kemal Adiyaman: 12 sal cezayê hepsê lê hat birîn. 7 sal in girtî ye. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê de ye.    Kinyas Ataman: 29 salî ye. Cezayê muebetê lê hat birîn. Ji meha kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di greva birçîbûnê de ye.    Mahîr Tekîn: 47 salî ye. 9 xwişk û bira ne. Ji çêkirina wêneyan, xwendina pirtûkan û nivîsandina helbestan pri hez dike. Cezayê heta hetayê lê hat birîn. 19 sal in girtî ye. Ji Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Mahsum Yuksekbag: 26 salî ye. Xwendekar û xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat bû. 22 sal ceza lê hat birîn. 5 sal in girtî ye. Ji xweza, wêne çêkirinê, xwendina pirtûk û werzîşê gellek hez dike.    Metîn Tekîn: 32 salî ye. 7 sal ceza lê hat birîn. 6 meh in girtî ye. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê de ye.    Nurî Çelîk: 47 salî ye. 36 sal ceza lê hat birîn. 30 sal in girtî ye. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa L a Panosê di greva birçîbûnê de ye.    Recep Engîn: 19 salî ye. 15 sal ceza lê hat birîn. 5 sal in girtî ye. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê de ye.    Reşat Ozdil: 26 sal in girtî ye. Li Girtîgeha Sîncana Enqereyê dimîne. Ji meha çile ve di greva birçîbûnê de ye.     Ridvan Kiliç: 29 salî ye. Bi îdaya “Rêveberiya rêxistinê” 17 sal ceza lê hat birîn. Ji 7’ê çile ve li Girtîgeha Tîpa Ta Bafrayê di greva birçîbûnê de ye.    Samî Ozturk, Abdullah Oral û Bahoz Ozer: Ji 26’ê kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F a Kiriklarê di greva birçîbûnê de ne.    Savaş Ozer: 4 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê tê girtin. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Sedat Akin: Di sala 1995’an de hat dinê. 3 sal û 3 meh di girtîgehê de ma û hat berdan. Ji 7’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye. Piştî hat berdan li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe dewam dike.  Şemsettîn Aykaç: 33 salî ye. Ji meha çile ve li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê di greva birçîbûnê de ye.    Sînan Salhan: Ji 8’ê çile ve li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê di greva birçîbûnê de ye.    Suat Aşkan: 44 salî ye. 18 sal ceza lê hat birîn. 7 sal in girtî ye. ji meha sibatê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê de ye.    Ugur Yaşar: 25 salî ye. 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Ji meha adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind di greva birçîbûnê de ye.     Vedat Duyuş: Ji 5’ê çile ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê de ye.    Welat Duman: Ji 28’ê çile ve li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa F a Tekîrdagê di greva birçîbûnê de ye.    Zafer Saglam: 28 salî ye. Ji 26’ê kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Jimara 5’an a Sîlîvriyê di greva birçîbûnê de ye.    MA / Lezgîn Akdenîz