Dayikên Aştiyê: Ji laçikên serê me tirsiyan 2019-04-04 09:26:00 ENQERE - Dayikên Aştiyê, ji bo bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de berê xwe dan Enqereyê. lê belê hatin astengkirin û bi zext û zoriyan re rû bi rû man. Dayikan got: "Ji kitanên serê me tirsiyan."  Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de û endamên Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ji bo bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de, di 2'yê Nîsanêd e ji Amedê berê xwe dan Enqereyê da bi Wezareta Dadê re hevdîtinê çêbikin. Lê belê polîsan di têketina Enqereyê de rê li ber wan girt û bêyî hincet nehiştin têkevin bajêr. Lê belê piştî hin hewldanan ji heyeta ji 100 kesî pêk dihat destûra 8 kesan hat dayîn ku biçin nav bajêr. Dayikan xwest hevdîtinê bi Wezareta Dadê re çêbikin, lê belê wezaretê bersiveke erênî neda wan.    'JI BO TECRÎD BI DAWÎ BIBE KURÊ MIN KET GREVA BIRÇÎBÛNÊ'    Maşallah Işik Arslan, dayika Abdulmecît Arslanê ku di sala 2012'an de ket greva birçîbûnê û piştî greva birçîbûnê nexweş ket û nehat tedawîkirin û jiyana xwe ji dest da, destnîşan kir ku ji bo tecrîd bi dawî bibe kurê wê ketibû greva birçîbûnç û piştî greva birçîbûnê 8 mehan hat sirgûnkirin. Dayik Arslan, diyar kir ku ji ber vê kurê wê nexweş ketiye.    ‘JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ DIVÊ BIKE'    Arslan, destnîşan kir ku niha bi heman daxwazê dîsa bi hezaran girtî ketine greva birçîbûnê û divê xwedî li van girtiyan bê derketin. Arslan got: "Êdî bes e. Bang li her kesî dikim. Ji destê kê çi tê divê bike."    Arslan, diyar kir ku wan xwestiye hevdîtinê bi Wezareta Dadê re çêbike, lê wezaretê nexwestiye û got: "Eger tiştek bê serê girtiyan berpirsiyar dewlet û kesên berpirsiyar in."    2 KURÊ WÊ Û BIRAYÊ WÊ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE    Yildiz Dogan, dayika Ûgûr Dogan ê 28 salî û Ûmût Dogan ê 26 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê û xwişka Yakûp Akan ku li Girtîgeha Xarpêtê di geva birçîbûnê de ne, ye.    Dayika Aştiyê Dogan ku di sala 1997'an de hevjînê wê Suleyman Dogan di cineyeteke kiryar nediyar de hat kuştin, her du kurê wê 5 sal in girtî ne û bi cezayê muebetê tên darizandin.    'JI KITANÊN SERÊ ME TIRSIYAN'   Dogan got: "Bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne. Loma em nikarin li malê xwarinê çêbikin û bixwin. Eger tiştek bê serê girtiyan berpirsiyar rayedarên AKP'ê ye. Eger berpirsiyar ne ewbûna, wê niha rêya ev qas dayikî negirtana. Ji kitanên serê me tirsiyan. Di dest me de tiştek jî tune bû. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û ji bo êdî zarokên me nemirin, me xwest hevdîtinekê pêk bînin. Divê her kes li dijî vê zilmê derkeve. Eger dayik dest bidin destê hevdu wê tecrîd bi dawî bibe, wê cenaze neyên. Em ê heta dawiyê bitêkoşin. Em mecbûr in tiştina bikin. Heta em hatin Enqereyê li 10 cihan nasnameya me kontrol kirin. Zanibûn em ji bo çi hatine, lê wexta em hatin rê li be rme girtin. Ji bo eziyetê bidin wisa dikin. Lê ne ewan, me ew nerihet kirin. Heke bivê em ê her hefte bên. Bila gel jî ranezê, êdî hişyar bibe."    'EDALET DENGÊ KURÊ MIN NABIHÎSE'    Dayika Aştiyê Nûrten Gul ku kurê wê Muhammet Gul ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku daxwaza kurê wê û girtiyên din bidawîbûna tecrîdê ye û got: "Di nav 15 rojan 7 şehîdên me çêbûn. Eger ji niha û pê ve hin cenazeyên din jî bên berpirsiyar dewlet e. Divê rojek berî rojekê ev mesele bê çareserkirin. Eger tiştek bê serê wan, berpirsiyar kesên bêdeng û dewlet e. Ma me ji bo vê zarokên xwe mezin kirin? Tenê kurek min heye? Wexta kurê min hat girtin min got ev be şikur. Min kurê xwe ji bo aştî, demokrasî û edaletê mezin kir. Lê niha edalet dengê kurê min nabihîse." Gul, xwest dewlet rojek erî rojekê gavekê bavêje.