Girtiyê nexweş ku her du destên wî tune ne bi tena serê xwe dimîne 2019-04-04 09:23:18 ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Engîn Aktaş ku her du milên wî tune ne û di 2'yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir, îdareya girtîgehê girtiyê li cem wî xist odeyeke din.  Li Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmîrê, girtiyê nexweş Engîn Aktaş ku her du milên wî tune ne li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 2'yê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    'MEHEKE XWÎN JI DEVÊ MIN TÊ'    Parêzeran, diyar kir ku Aktaş 6 kîloyan zihîf bûye û tansiyona wî 8/5 e. Parêzeran, anî ziman ku ji ber 10 roj in şert û mercên girtîgehê xirabir bûne Aktaş kontrolkirina tansiyon û kîloyan qebûl nake û gotin: "Mehek e bêhalî, kuxik, bêhnçikandin, pirsgirêka tansiyonê hwd. li Ehmedê Xemî û Engîn Aktaş peyda bûne. Aktaş, rojê kopleksek vîtamîna B'yê dixwe. Di 26'ê Adarê de Ehmedê Xemî ji cem Aktaş derxistin û birin odeyeke din. Ji ber vê niha Aktaş nikare lîmonên ku îdareya girtîgehê dide bike du feql û ji 26'ê Adarê ve nikare lîmonan bixwe. Her wiha ev pirsgirêk ji bo şekir, xwê, ava fêkiyan û tiştên avî jî derbasdar e. Nêzî mehek e xwîn ji deva tê. an qet nayê tedawîkirin an jî tedawiya wî nîvco tê kirin. Aktaş 2 salan û Ehmedê Xemî jî nêzî sal û nîvek li hucreyeke birutûbet, deriyn tuwaletê vekirî û bibêhn hatine ragirtin. Her wiha di heman demê de girtî mecbûr mane zivistanê bi ava sar serê xwe bişon."    Parêzeran, anî ziman ku girtiyê nexweş Engîn Aktaş û girtiyê nexweş Ehmedê xemî ji 22'yê Adarê ve tedawî red kirine, lê belê her diçe birînên li ser pişta Xemî xirabtir dibin. Parêzeran diyar kir ku di 22'yê Adarê de sewqî enxweşxaneyê tê kirin, lê belê ji ber bêhn ji hundurê ambulansê hatiye Xemî ji cendirmeyan gotiye paceyên ambulansê vekin, lê belê cendirmeyan venekiriye û li ser vê ew û cendirmeyan ketine qirika hev û li ser vê cendirmeyan dest û piyên wî kelemçe kirine û çek spartine serê wî û bi mirinê gef lê xwarinê. Parêzeran, destnîşan kir ku wexta Xemî vedigere rewşa heyî ji Aktaş re vedibêje û li ser vê her du çalakiyeke bideng li dar dixin û di 26'ê Adarê de 20 gardiyan davêjin ser odeya wan û di avêtina ser odeyê de dest datînin ser pirtûk, lênûsk û ferhengên li odeyê û bi darê zorê Xemî ji odeyêd erdixin û dibin cem Ahmet Çelîk û Cemal Aslan.    AKTAŞ HAT DERBKIRIN    Parêzeran, diyar kir ku Aktaş jî xwestiye bertek nîşan bide, lê belê gelek caran hatiye tahmdan û derbkirin. Parêzeran, dan zanîn ku di 28'ê Adarê de Ehmedê Xemî jî ragihandiye ew di greva birçîbûnê de ye û tedawiyê qebûl nake, li ser vê ji odeyê hatiye derxistin û wexta girtiyê bi navê Ahmet çevîk jî îtiraz dike gardiyan wî derb dikin û bi zorê Xemî dibin nexweşxaneyê, lê belê ji ber tedawiyê qebûl nake wî tînin girtîgehê.    Parêzeran, bilêv kir ku Ahmet Çevîk jî ji ber pêkanînên girtîgehê ji 22'yê Adarê ve dest bi greva birçîbûnê kiriye û got: "Nêzî 10 roj in Çevîk bi îideta fizîkî û derûnî re rû bi rû tê û gef lê tên xwarin. Çevîk, ji me re got 'Bi kêfî davêjin ser odeyên me, di dema avêtina ser odeyan de kamer tên bikaranîn lê bel wexta kamer vekiriye tiştekî nakin, lê piştî lêgerîn diqede kamerayê digirin û êrîşî me dikin. Carekê di dema avêtina ser odeyê de min bi erdê ve kişandin. Ji bo vê me gelek caran daxwazname ji dozgeriyê û Wezarata Dadê re nivîsandin, lê daxwaznameyên me naşînin an jî wexta tên şandin bersiv nayê dayîn. Em girtiyên nexweş in, lê di şertên giran de dijîn. Ewlehiya me tune ye, çi bê serê me berpirsiyar îdareya girtîgehê ye."    Parêzeran, anî ziman ku Cemal Aslanê ku di 21'ê Adarê de sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hatiye kirin jî tedawî red kiriye û gotin: "Nexweşîna wî giran e. Divê xwarina diyetê bixwe, lê ji roja hatiye sewqkirin vê xwarinê nadinê. Ji be rnexweşîna xwe her roj ji ser hişê xwe diçe. Bi darê zorê destên wî hatine girêdan û xwestin seromekê lê bixin, lê belê piştî gotiye ew ê derxe îdareyê dev ji vê biryara xwe berdaye û dest û pitên wî vekirine."    MA / Rûken Demîr