Hevşaredarên girtî: Bêdengiya Meclîsê ya ji bo grevên birçîbûnê nayê qebûlkirin 2019-04-04 09:13:39 WAN - Hevşaredarê Şaredariya Sêrawê yê berê Abdulkadîr Çalişkan, Hevşaredarê Şaredariya Tûtaxê yê berê Firat Ozturk û Hevşaredarê Bazîdê yê berê Mûrat Rohat Ozbay, 35 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.  Li Girtîgeha Wanê ji 141 girtiyên di greva birçîbûnê de 3 jê hevşaredarên DBP'î ne ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û hatin girtin.    Hevşaredarê Şaredariya Sêraw (Seray) ê berê Abdulkadîr Çalişkan, Hevşaredarê Şaredariya Tûtaxê yê berê Firat Ozturk û Hevşaredarê Bazîdê yê berê Mûrat Rohat Ozbay ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Hevşaredaran nameyek şand.    'BILA SAZIYÊN DEMOKRATÎK PEYWIRA XWE BI CIH BÎNIN'    Hevşaredarê Sêrawê Abdulkadîr Çalişkan di nameya xwe de got: "A rast em grevan teswîp nakin. Lê belê êdî kêr gihaşt hestî. Ji bo lêgerîna ji bo mafan tê rê û rêbazeke demokratîk nemaye. Li vira hema bêje girtiyên siyasî hemû di greva birçîbûnê de ne. Berpirsiyarê vê tenê rejîma tekparêz e. Gelê me jî hay ji vê yekê heye. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven, ji destê kê çi tê divê bike. Niha tenê zindan û mirin ji bo kurdan rewa tê dîtin. Çalakiyên demokratîk tamûl nakin. Ev li dijî yekîtî û demokratîkbûyan welat e. Ev tecrîd sûc e. Ev feraset abîdeya îslamiyet û mirovahiyê serobino dike. Bang li raya giştî dikim. Niha rewşa tenduristiya çalakgeran nebaş e. Berî mirin zêde bibe, divê saziyên demokratîk peywira xwe bi cih bînin."    'BÊDENGIYA MECLÎSÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN'    Hevşaredarê Şaredariya Tûtaxê Firat Ozturk jî got: "Krîterên dewleta hiqûqê hene. Eger li cihekî hiqûq hebe, demokrasî jî heye. Lê belê niha tenê hiqûq û edalet peyvên li eywanên dadgehan daliqandî ne. Halbûkî edalet, xala herî bingehîn a mirovahiyê ye. Leyla Guven ji bo rê li ber xitimandina siyasî, aborî û hiqûqî vebike dest bi çalakiyekê kir. Ji bo piştgiriya vê çalakiyê em jî ketin greva birçîbûnê. Bi vê çalakiyê em hem dixwazin daxwazên mirovî û insanî bên qebûlkirin hem jî em îtibara hiqûqê rizgar dikin. Niha îktîdar û hevkarê wê vê yekê fêm nake, lê wê di rojên pêş de baş fêm bikin. Mafê jiyanê mafê herî pîroz e. Hikûmet mecbûr in li gor vî mafî tev bigerin. Loma divê daxwazên mafdar bên dîtin. Bi saîkên siyasî dixwazin rojevê biguherînin, lê belê bêhûde ye. Guhnedêriya ji bo daxwazên rasteqîn ên civakê, ne rêvebertî ye. Leyla Guven endama Meclîsê ye. Bêdengiya vê saziyê nayê qebûlkirin Em bang li her kesî dikin ku dengê xwe bilind bikin."    Hevşaredarê Şaredariya bazîdê Mûrat Rohat Ozbay jî got: "Mirov tabiî mekan, xweza û demê ne. Tu îktîdar nikare herîkîna demê asteng bike. Di vê dema ku îktîdar reş kiriye de mirov ji bo tiştên xweşik pêk bên û roj hilê bedena xwe dane ber birçîbûnê. He çend di cihwarekî teng de bin û her roj bihelin jî, lê belê bi awayekî bêhempa li ber xwe didin. Ev ne bêçaretî ye, bereksê wê çareyan diafirîne. Niha bi hezaran mirov bedena xwe dane ber biçîbûnê. Bi bedena xwe ji bo me dibin hêvî. Niha dem dema bilind kirina deng e. Em dengê xwe li vî dengî zêd ebikin, da dilê me bi bêdengiyê neterike."