Girtiyên di greva birçîbûnê de: Dengê xwe li dengê me zêde bikin 2019-04-04 09:12:23 STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Kandirayê ku gotin "Bedêl çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin", bang li gel kirin û gotin: "Dengê xwe li dengê me zêde bikin, em mil bidin milê hevdu û tirsê ji ser xwe bavêjin. Ber bi kuçeyan ve biherikin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 148'an de didome. Piştî Guvenê, li gelek girtîgehan bi hezaran girtî jî bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê kirin. Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê li ser navê girtiyên di greva birçîbûnê de, Emîn Gurban û Ahmet Huseyîn name şandin û bang li gel kirin.    ‘LI BER ÇAVÊ ME DIHELIN'    Girtiyan ku got "Ocalan ji bo me jiyan e. Jiyan ji bo me Ocalan e. Em tu carî li ser jiyaneke bê Ocalan hûr nebûne û em ê nebin jî. Ocalan, nirxê jiyana mirovahiyê ye. Tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina jiyana mirovahiyê ye" diyar kirin ku tu carî girtina Ocalan qebûl nakin û ew ê ji niha û pê ve jî qebûl nekin.    Girtiyan got: "Ji bo me azadî û ewlehiya Ocalan xeteke girîng e. Dewleta tirk a faşîst 20 sal in bi awayekî dijwar Ocalan tecrîd dike. Li 4 perçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê bişikînin, faşîmzê birûxînin û Kurdistanêa zad bikin" berxwedaneke bêhempa dest pê kiriye. Li 4 perçeyên welatê me tecrîdeke dijwar heye. Girtiyên azadiyê jî ji bo bersiva vê yekê bidin, di 16'ê Kanûna 2018'an de ketin greva birçîbûnê. Hevrêyên me Mesût Atiş, Sadettîn Yaşar û Tûran Gunana di 16'ê Kanûna 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kirin. Zêdetirî 100 roj in hevrêyên me di greva birçîbûnê de ne û li ber çavên me dihelin. Her diçe êşa wan girantir dibe û jiyana wan ber bi rewşeke xedartir ve diçe. Lê dîsa jî her diçe birdarî, dildarî û vîna hevrêyên me xurtir dibe."    Girtiyan di nameyê de diyar kirin ku ji xeynî girtiyên nexweş ûe xtiyar ji 1'ê Adarê ve girtî hemû ketine greva birçîbûnê û navê girtiyên li Girtîgeha Kandirayê ketine greva birçîbûnê bi raya giştî re parve kirin: “Mahmut Ulaşan, Husnu Babat, Ozkan Baykan, Ali Çabuk, Huseyin Aras, Erdal Oguz, Ahmet Adli, Muhsin Koyluoglu, Salih Yuksel, İrfan Kiliç, Mustafa Yildiz, Hatip Oyaman, Mehmet Akyuz, Haspi Aydemir, Zeki Bulut û Habip Guler.”    ‘DENGÊ XWE LI DENGÊ ME ZÊDE BIKIN'    Girtiyan bang li raya giştî kir û gotin: "Di pêvajoyeke wisa dîrokî de bêdeng nebin. Dengê xwe li dengê me zêde bikin, em mil bidin milê hevdu û tirsê ji ser xwe bavêjin. Ber bi kuçeyan ve biherikin. Ji bo jiyaneke birûmet û azad, destekê bidin me. Bi hêza vîna xwe tirsê têxin nava faşîzmê. Hûn ê bibînin ku faşîzmê ew qas ne xurt e. Em careke din duare dikin, bêyî jiyaneke birûmet jiyan ne mimkun e. Bedêl çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."