Omer Ocalan: Em di 4 Nîsanê de li hebûna xwe xwedî derkevin 2019-04-03 16:17:05   RIHA - Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan ê ji gundê Amaraye û bi ferman Wezareta Karê Hûndir destûr nehat dayîn ku bikeve gundê Amara, bang kir û got: “Em di 4 Nîsanê de li hebûna xwe xwedi derkevin.”    Walîtiya Riha hefteyek berî 4’ê Nîsanê ku roja ji dayîkbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane, li tevahiya ajêr ji 1’ê Nîsanê heta 6’ê Nîsanê çalakî, şahî û kon vedan qedexe kir. Polîs û leşkeran jî tevahiya navçe û taxa Amara ya navçeya Xelfetî ya Riha ku Ocalan li wir ji dayîn bûye dorpêç kirin. Leşkerên sê rêyên dikevin taxê bi barîkatan girtin, destûrê nadin kes bikeve taxê, li malên taxê yek bi yek lêgerîn kirin û li biyaniyan geriyan. Parlementerê HDP’ê yê Riha Omer Ocalan ku xwest biçe Amara, li taxa Erah a 3 kîlometre dûrî taxê hat astengkirin.    FERMANA WEZARETÊ HEYE   Ocalan, diyar kir ku wî xwest li ser rêya Hewag a Riha biçe taxa ku malbata wî lê dijî û wiha axivî: “Lê leşkeran li taxa Erah a 3 kîlometre dûrî taxê pêşiya min birîn. Min ji leşkeran re ‘got Amara gundê mine, ez li vê derê hatime dinê û mezin bûme. Malbata min li vê derê dijî. Ji ber vê jî dixwazim herim taxê.’ Lê leşkeran ji min re gotin ‘Fermana Wezareta Karê Hûndir heye. Navê we jî cih digire. Ji ber vê hûnê neçin taxê.’”    JI BO NAVÇEYÊ JÎ DESTÛR NEHAT DAYÎN   Ocalan, da zanîn ku wî li ser vê yekê xwest derbasî avahiya partiyê ya navenda navçeyê bibe û wiha bilêv kir: “Vê carê jî wesayîtekê sivîl, bi liv û tevgerek lezgîn pêşiya me girt. 2 kesên di wesayîtê de xwe weke polîs nîşandan. Ji me re gotin Midûriyeta Ewlekariyê li navçeyê ye û ewê destûrê nedin ku  bikevin navçeyê. Destûr nedan ku ez bikevim tax û navçeya xwe. Lê ez jî bi rêyên cuda hatim avahiya navçeyê.”   ‘EM XWEDÎ HEBÛNA XWE DERKEVIN’   Ocalan, destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ji nû de avabûna berxwedana gelekê ye û ev bang kir: “Divê hemû gelê me li gorî girîngî û wateya 4’ê Nîsan tevbigere û vê rojê pîroz bikin. Ji ber ku em ji her carê bi hêztirin. Bi boneya vê rojê divê tecrîd bê rakirin. Bandora Birêz Ocalan a li ser gelê Kurd ji aliyê hemû raya giştî ya navneteweyî ve tê zanîn. Em bang li gelê xwe dikin, em di 4’ê Nîsanê de xwedî hebûna xwe derkevin.”