Nivîskar Seydo Turgut hat girtin 2019-04-03 16:12:08 RIHA – Nivîskar Seydo Turgut ê li Wêranşarê hat binçavkirin bi îdaya “propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin.  Nivîskar Seydo Turgut duh li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi îdaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” hatibû binçavkirin îro derxistin Dadgeha Rihayê. Dozger îfadeyê Turgut girt û bi heman hêcetê sewqî girtinê kir. Dadger jî bi heman hêcetê biryara girtina Turgut da û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.    Li aliyê din îro serê sibê li navçeyên Xelfetî û Bêrecûkê yên Rihayê 22 kes di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Curnê Reş Mehmet Ogur û 2 kesên din jî li Bêrecûkê hatin binçavkirin û li van 22 kesan zêde bûn.