Cenazeyê Fatîhê biçûk hat dîtin 2019-04-03 15:27:43   ÊLIH – Li Bajaroka Kaniyahenê Fatîh Akdogan ê 3 salî ku sê roj berê ketibû ava Çemê Kaniyahenê û pê re çûbû cenazeyê wî hat dîtin.   Li Bajaroka Kaniyahenê ya girêdayî Navçeya Hezo ya Êlihê sê roj berê Fatîh Akdogan ê 3 salî ketibû ava Çemê Kaniyahenê û winda bibû. Ekîbên rizgarkirinê ev sê roj bûn li cenaze digeriyan. Di encama xebata lêgerînê de cenazeyê Akdogan di çem de hat dîtin. Cenazeyê Akdogan ji bo otopsiyê rakirin Newxweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.