HDP’ê ji bo Dersimê xwerexne kir 2019-04-03 15:20:42   DERSIM – Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu diyar kir ku ew ji tercîha gelê Dersimê re rêz digirin û got: “Em kêmasiyên xwe dibînin û bi pirralî dinirxînin. Em ê encamek derxin. Em xwedî li çand, xweza û însanên Dersimê xwedî derkevin.”    Alîkarên Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ji Rêxistinbûnê Berpirsiyar û Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu têkildarî encamên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê daxuyaniya nivîskî weşand. Onlu der barê encamên hilbijartina li Dersimê wiha got: “Di endamtiya meclîsa bajêr û meclîsa şaredariya Dersimê namzetên îtîfaqa me ya Yekîtiya Hêza Şoreşger bû yekemîn. Li Bajaroka Perî partiya me bi ser ket. Ji ber kêmasiyên me ku em di hilbijartinê de bi ser neketin em ji gelê xwe yê Dersimê lêborîna xwe dixwazin. Em ji tercîha gel re rêz digirin. Em ji hemû namzetan re jî serkeftin dixwazin. Em kêmasiyên xwe dibînin û bi pirralî dinirxînin. Em ê encamek derxin. Em xwedî li çand, xweza û însanên Dersimê xwedî derkevin.”