Dê parêzer bi rêya dîmen bi Selma Irmak re hevdîtinê bikin 2019-04-03 14:41:58   AMED – Dadger di doza Parlamentera HDP’ê ya berê Selma Irmak a girtî tê darizandin de biryar da ku parêzer bi rêya dîmen bi miwekîla xwe re hevdîtin bikin. Dadger got ew ê cara ewil vê yekê biceribînin. Parêzeran jî pêşniyar qebûl kir.    Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê tê girtin hat dîtin. Irmak bi îdaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” û “Hikumeta Komara Tirkiyeyê  biçûk xistiye” tê darizandin. Danişîn li 9’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat dîtin. Danaşînek berê dadgehê xwestibû Irmak bi rêya dîmen beşdarî danişînê bibe. Girtîgeha Kandirayê bersiv neda daxwaza dadger. Dadger bertek nîşanî vê yekê da.    Karmendên girtîgehê gotin Irmak ji ber di greva birçîbûnê de beşdarî danişînê nebû. Dadger got daxwazname negihîştiye Irmak û xwest demildest daxwaznameyê bigihîjînê.    Li ser vê yekê Irmak beşdarî danişînê nebû û danişînê dewam kir. Dadger xwest parêzer daxwaza xwe bînin ziman. Parêzerê Irmak, Erhan Urkut jî got piştî ew bi miwekîla xwe re hevdîtinê bike dê parastinê bikin û xwest danişînê taloqî dîrokek guncav bê kirin.    Parêzer Reyhan Yalçindag jî parastina miwekîla xwe kir û wê jî got piştî ew bi miwekîla xwe re hevdîtina rû bi rû bikin dê parastinê bikin.    WÊ PARÊZER BI RÊYA DÎMEN HEVDÎTINÊ BIKIN   Dadger pêşniyar kir ku parêzer bi rêya dîmen bi Irmak re hevdîtinê bikin. Wê yekem car parêzer bi miwekîlek xwe re dikaribin bi tenê bi rêya dîmen hevdîtinê bikin. Parêzeran vê pêşniyarê qebûl kir. Dadger bi daxwaza di danişînek din de Irmak bi rêya dîmen beşdar bibe biryar da û danişînê taloq kir.