Beyî îtiraza HDP'ê binirxînin namzetê AKP'î serokatiya xwe îlan kir 2019-04-03 14:41:11   BEDLÎS - Li Tetwanê berî îtiraza HDP'ê bê nirxandin û encamên fermî bên aşkerekirin namzetê AKP'î li ser bîlbordan namzetiya xwe îlan kir.    Li Tetwana Bedlîsê li gorî encamên nefermî HDP 15 hezar 330 deng, AKP'ê jî 15 hezar û 605 deng girtine û 2 hezar û 276 deng nehatin qebûlkirin. HDP'ê ji bo 53 sindoqan îtiraz kir. Lê belê berî îtiraza HDP'ê bê nirxandin û encamên fermî bên aşkerekirin namzetê AKP'î li ser bîlbordan namzetiya xwe îlan kir. Namzetê AKP'î Mehmet Emîn Geylanî li gelek deverên bajêr li ser bîlbordan "Spas Tetwan" nivîsand û serokatiya xwe îlan kir.