Leyla Guven 147 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe 2019-04-03 13:22:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, 147 roj in bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Li girtîgehan jî girtî 109 roj in di grevê de ne.    Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê mijdara 2018'an de dest pêkir, hem li hundir û hem li derve belav dibe û berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 147 roj in didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP'ê Nasir Yagiz 134 roj in didome. Berxwedana li Strasbourga li Fransayê ya 14 Çalakgeran di roja 108'emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 109 roj in didome. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî dest bi grevê kirin. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe  89 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 79, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 87 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 36 roj in di greve de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.    Çalakiya Parlementerên HDP'ê Dersîm Dag 32 rojin didome. Çalakiya Parlementerên HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç 27 rojin didome.  Îmam Şîş li Galler a Brîtanyayê deng daye vê berxwedanê û çalakiya wî jî 108 roj in didome.  Çalakiya Yusuf Îba, li Torontoyê 82 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 81 roj, Husên Yildiz 76 roj, Hasbî Çakici 75 rojin di grevê de ye didome.  Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 74 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 70 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 65 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 60 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 43 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilistan a Londonê  18 roj di girevê de ne. Herêm Mehmut 38 roj, Şeyma Ednan 30 roj, Gulebax Celal 15 roj in di grevê de ye.