'Giyadinê ya pêwîst bû kir’ 2019-04-03 12:32:38 AGIRÎ - Hevşaredarên Giyadinê Betul Yaşar û Evren Demîr, diyar kirin ku gelê navçeyê ew şaşwaz nekirin û gotin: “Gel di sindoqan de bersiva pêwîst dan qeyûman.”    Betul Yaşar û Evren Demîr ên ji bo Hevşaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Giyadin a Agiriyê hatin hilbijartin, diyar kirin ku gel bersivek baş da qeyûm û polîtîkayên wan. Yaşar û Demîr ên li navçeyê ji sedî 56.82 hilbijartina qezenc kirin, ji gelê Giyadinê re spasî kirin.    Hevşaredar Betul Yaşar, anî ziman ku gelê Giyadinê xwedî vîna xwe derket û wiha axivî: “Me şaredariya xwe ji destê qeyûm girt. Me bi ferqek mezin şaredarî qezenc kir. Em keyfxweşin. Serkeftin a me ye. Emê bi gelê xwe re bajarê xwe  bi rêve bibin.”   ‘GEL QEYÛM QEBÛL NEKIR’   Yaşar, da zanîn ku li gorî hilbijartina herêmî ya 2014’an, dengên wan zêde bûne û wiha got: “Dema em dinava gel de digeriyan jî coş û keyfxweşî zêde bû. Bi hatina  qeyûm tirs dinava gel de hatibû belavkirin. Gelê Giyadinê tu carî qeyûm û polîtîkayên qeyûman qebûl nekir. Ev yek jî di sindoqan de nîşan dan. Gel bersivek mezin da qeyûman. Gelê me xwedî vîna xwe derket û me hemûyan bi hevre şaredariya xwe qezenc kir. Ji bo xizmetkirinê em hatin hilbijartin. Em jî ji bo xizmetê bikin hatin.”   'EM JÎ LI HÊVIYA ENCAMEK WIHA BÛN’    Hevşaredar Evren Demîr jî, da zanîn ku encamên hilbijartinê ew şaşwaz nekirin û wiha got: “Tam weke dilê me çêbû. Lê li gorî hilbijartina herêmî ya 2014’an beşdar bûn kêm bû. Nêzî 4 hezar kesan deng nedan. Lê gel keyfxweş û bi coş bû. Gel tenê dixwest qeyûm bişîne û ev bi ser xistin jî. Ji vir û şûn de emê bi bajarê xwe re eleqedar bibin. Emê bala xwe bidin ser pirsgirêkan û xizmetê bikin. Em spasiya xwe ji gelê Giyadinê re pêşkêş dikin.”