Ji bo komînîstan banga rexnedayînê 2017-11-11 14:54:44 STENBOL - Nivîskar Emel Akal di Sempozyûma "Ji Kapîtalê heta Şoreşa Cotmehê, ji Şoreşa Cotemhê heta Şoreşan" de axivî û ev bang ji ko komînîstan kir: "Divê em bi xwe re rû bi rû bimînin. Divê di bin navê 'Komînîstên li Tirkiyeyê bi hev re rû bi rû dibin' kongreyek bê lidarxistin." Di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) bi minasebeta 100'emîn salvegera Şoreşa Cotmehê, sempozyûma "Ji Kapîtalê heta Şoreşa Cotmehê, ji Şoreşa Cotemhê heta Şoreşan" tê lidarxistin û di roja 2'yemîn de dewam dike û mijara "Dîroka Şoreşa Cotmehê" de Wekîlê HDP'ê Ertugrul Kurkçu û di mijara "Şoreşa Cotmehê, li Bolşevîkê Misliman û Aliyên wê yên li Anatolyayê" nivîskar Emel Akal vegot; Prof. Dr. Taner Tîmur jî li ser "Cudahî û wekî hevbûnên şoreşên berî Şoreşa Cotmehê" rawestiya.   ‘LI TIRKIYEYÊ ŞOPA WELIDANDINÊ HIŞT’   Wekîlê HDP'ê Ertugrul Kurkçu da zanîn ku Şoreşa Cotmehê di dîrokê de xwedî hêjiyayiyekê ye, ji ber wê jî xwedî rolek îstisyanî ya herî girîng e. Kurkçu diyar kir ku berî Şoreşa Cotmehê û piştî wê jî heye û wiha got: "Piştî 100 salan jî li pey xwe mîrayeteke polîtîk û çandê hişt. Di 99'an de em bi çi re rû bi rû mabin, di sala 100'emîn de jî bi heman tiştî dewam dike. Heke em bi dîroka Şoreşa Cotmehê re hevrû bibin, di vir de ne tenê şîrovekirina dîrokê, divê dîroka wê ya fermî jî bê şîrovekirin. Şoreşa Cotmehê li ser sosyalîst û Komara Tirkiyeyê şopa welidandinê hişt."   ‘XALÊN HEVBEŞ ÊN ŞOREŞÊ’   Prof. Dr. Taner Tîmur da zanîn ku Şoreşa Cotmehê bi şoreşên berî xwe re dişibin hev û wiha axivî: "Dişibe hemû şoreşan, xaleke ku di bingeha hemû şoreşan de wekî hev heye. Ez bawer im ev li roja me zêdetir tê. Ev ji bo şoreşên pêşiya me jî diyarde ye. Bi rastî jî sedsala 19'emîn bûye dîroka hemû şoreşan."   Tîmur destnîşan kir ku du sedemên diyarde yên şoreşan hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ne ji bo ku krîz, birçîbûn, nexweşiyên belavbûyî şoreş hat kirin, ji ber ku nema li ber xwe didan rabûn serhildanê. Li Fransayê wiha bû. Yê din şertên şer bûn." Tîmur li ser şoreşa 1789'an a li Fransayê jî rawestiya, dîroka Şoreşa Fransayê nirxand. Tîmur, "Bihara Ereban, bi rastî jî serhildaneke demokratîk e. Dawiya wê çi dibe bila bibe, derketin serhildana gel e. Bûyerên Geziyê jî çalakiyek şoreşgerî ye. Li Parka Geziyê ya Taksîmê dar tên jêkirin, li dijî vê derdikevin. Ev xalên hevbeş ên şoreşê ne." Tîmur diyar kir ku her rewşa şoreşgerî rê li ber serhildana şoreşgerî vedike û ev nirxandin kir: "Li vir rolek dikeve ser şoreşgeran. Heke rewşên şoreşgerî spontane derkevin holê, divê di çarçoveya analîz taktîk û stratejiya partiyê û şoreşê de bê nirxandin. Rola Lenîn a li Sovyeê ev bû."    ‘DIVÊ EV HEVRÛ BIBIN’   Nivîskar Emel Akal jî li ser mijara "Şoreşa Cotmehê, li Bolşevîkê Misliman û Aliyên wê yên li Anatolyayê" rawestiya û bang li sosyalîst û komînîstên li Tirkiyeyê kir û ev tişt anî ziman: "Me çi kir? Lîderên me yên ku emrê xwe dan vê yekê li piya ne. Divê em van bînin gel hev û têkçûna salên 80'yî binirxînin. Goreke Mustafa Suphî ya ku em kulîkekî daynin ser tune. Çima peykerekî wî tune. Divê em bên ser xwe û bi xwe re hevrû bibin. Divê komînîstên li Tirkiyeyê bi xwe re hevrû bibin û di vî warî de kongreyekê pêk bînin. Dibe ku em di vê nava vê krîzê de bi rêxistin û tevgereke eniyê rêya xwe dewam bikin."   Rûniştin bi pêşniyarên beşdarvanan, nêrîn û hevdîtinan dewam dike.   Dê sempozyûm piştî nîvro bi sernavê "Cotmeh: Polîtîkaya Şoreşê" dewam bike.