Şaredariya Peyasê tê talankirin: Di 99'an de ji bo rûniştandinê maseyek jî tune bû 2019-04-03 09:29:22 AMED - Necatî Pîrînçoglû hevşaredarê nû yê Şaredariya Peyasê, bal kişand ser dewrkirina mal û milkên şaredariyê û got: "Di 99'an de wexta me şaredarî bi dest xist maseyek jî tune bû. Em ê li avahiyan, li ser maseyan xizmetê nekin. Qurîşek jî be em ê li kuçe û kolanan tevî gelê xwe biryarê bidin û em ê li gor pêdiviyan xerc bikin."  Piştî di 8'ê Kanûna 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Peyas a Amedê hat kirin, qeyûm gelek mal û milkên şaredariyê dewrî saziyên din kir û gelek saziyên girêdayî şaredariyê jî girtin. Herî dawî beriya hilbijartinê bi rojekê Navenda Çandê ya Cegerxwînê hat talankirin û di 1'ê Nîsanê de jî bi qamyonan hat valakirin.    ‘AMEDÊ BERSIV DA POLÎTÎKAYÊN QEYÛM'    HDP'ê, di hilbijartina 31'ê Adarê de careke din şaredarî bi dest xist. Hevşaredarê nû yê HDP'ê Necatî Pîrînçoglû, encamên hilbijartinê û talana qeyûm nirxand.    Pîrînçoglû, bilêv kir ku di vê hilbijartinê de wan rêjeya dengên xwe zêdetir kiriye û got: "Amed, bersiv da polîtîkayên qeyûm. Gel hay ji polîtîkaya me û hay ji ya qeyûman heye. Ji bo em ji cihê mayî bidomînin gel careke din şansek da me."    'FERASETA KENAN EVREN'   Pîrînççîoglû, anî ziman li Tirkiyeyê di nav şaredariyên heyî de ya bi budçe, mal û milkê xwe, bi sererastkirina îmar û hawirdorê balê herî zêde balê dikişîne yek jê jî Şaredariya Peyasê ye, lê belê qeyûm di nav 3 salan de hemû mal û milkên şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe kiriye. Pîrînççîoglû, vê rewşê wekî" xespkirinê" nrixand û got: "Polîtîkayên qeyûm, feraseta Kenan Evren in. Polîtîkayeke talankirinê, dagirkeriya Moxolan e."    Pîrînççîoglû, bilêv kir ku beriya hilbijartinê bi rojekê saziyên dewletê hin biryar girtine û got: "Gelek mal dewrî xezîneyê hatin kirin. Şaredarî, saziyeke cemaweriyê ye. Lê belê malên cemaweriyê tahsîsî saziyeke din dikin."    ‘DESTKEFTIYÊN 15 SALAN HATIN TALANKIRIN'    Pîrînççîoglû, diyar kir ku deynên Şaredariya Peyasê tune bûn, di qaseya wê de pere hebûn, lê belê niha qeyûman qase vala kiriye û şaredarî xistine bin deynan û got: "Di 3 salên dawî de destkeftiyên 15 salan hatin talankirin. TIR dan ber Navenda Çandê ya Cegerxwînê. Ji klîmayan bigire heta qotixan her tişt bar kirin. Navê vê talankirin e."    ‘DI 1999'AN DE JI BO RÛNIŞTANDINÊ MASEYEK JÎ TUNE BÛ'    Pîrînççîoglû, diyar kir ku di sala 1999'an de wexta şaredarî ket destê wan, ji bo rûniştandinê maseyek jît uen bûye û got: "Di 99'an de wexta me şaredarî bi dest xist maseyek jî tune bû. Em ê li avahiyan, li ser maseyan xizmetê nekin. Qurîşek jî be em ê li kuçe û kolanan tevî gelê xwe biryarê bidin û em ê li gor pêdiviyan xerc bikin."