Heyeta hilbijartin şopand: Em ê li welatê xwe behsa rejîma antî demokratîk a Erdogan bikin 2019-04-03 09:28:46 AMED - Endamên Partiya Çepgir a Fransayê ku roja hilbijartinê li navçeya Pîran û Hezroyê hilbijartin şopandin, diyar kirin ku tevî hemû zext û zoriyên polîsan jî gel çûye ser sindoqan û gotin: "Wexta em biçin welatê xwe em ê, behsa rejîma antî demokratîk a Erdogan bikin."  Li ser vexwandina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, ji gelek welatên Ewropayê heyeteke ji 92 kesan pêk dihat ji bo hilbijartinê bişopînin hatin bajarên herêmê. Endamên Partiya Çepgir a Fransayê li navçeya Pîraz û Hezro ya Amedê hilbijartin şopandin. Heyetê, çavdêriyên xwe yên der barê hilbijartinê de ragihand û got, hilbijartin ne hilbijartineke demokratîk bû.    ‘LEŞKERAN ÊRÎŞÎ ME KIR'    Endamê Partiya Çepgir a Fransayê û Endamê Meclîsa Şaredariya Parîsê Delphine Fenasse, bilêv kir ku roja hilbijartinê ew bûne şahidê gelek binpêkirinan û li gelek deveran gef li endamên heyetê hatine xwarin û hin jê hatine dersînorkirin. Fenasse, êrîşa cerdevanan a roja hilbijartinê bi bîr xist û got: "AKP'iyan êrîşî me kir. Gef li me hatin xwarin, lê leşkeran tu mudaxile nekir."    Fenasse, hilbijartinên li Fransa û Tirkiyeyê dan ber hev û got: "Divê bi tu awayî danberhevî neyê kirin. Li Fransayê eger leşker an jî peywirdarekî ewlehiyê têkeve avahiyekê, serokê sindoqê wan derdixe. Li Fransayê kes nikare tiştekî wisa bike."    ‘MIROV DI DEMOKRASIYÊ DE ISRAR KIRIN'     Sekreterê Netewî yê Partiya Çepgir a Fransayê Clavdio Calfuqvir, anî ziman ku leşker li ser sindoqan bûne û xwestine derûniya mirovan xera bikin û got: "Hilbijartin li gor şert û mercên navnetewî pêk nehatin. Lê dîsa jî gelê Kurdistanê çû ser sindoqa. Me bi çavê xwe dît, jineke extiyar saetek rê meşiyaye û hatiye ser sindoqê. Mirovan li ser sindoqê di demokrasiyê de israr kir. Her wiha me bi çavê xwe dît, peywirdarên ewlehiyê li gelek sindoqan deng bi kar anîn."   Calfuqvir, qeyûmên hatin tayînkirin bi brî xist û got: "Eger li Amedê partiyeke 50 ji sedî zêdetir deng bigire, divê rêz û huermet bo vîna gel hebe."    Endamê Partiya Çepgir a Fransayê û Şaredarê Montreuil Riva Gherchanoc jî got: "Nehiştin em têkevin dibistanan. Polîs bi awayekî dijwar bi ser mirovan de diçûn. Berê bi tiştekî wisa re rû bi rû nemabûm. Li Farsanyê, her kes li gor qanûnan tev digere. Lê li Tirkiyeyê tiştekî wisa tune ye."    ‘MIROVAN DEMOKRASÎ PARAST'    Endamê Partiya Çepgir a Fransayê Tomek Godefroy jî bilêv kir ku li Hezroyê çûye 9 dibistanan, lê belê polîs û leşkeran bi hinceta ewlehiyê nehiştine têkevin 6 dibistanan û got: "Lê mirov bi israr diçûn ser sindoqan. Demokrasî parastin. Divê polîs û leşker hînî vê yekê bibin."    Godefroy, anî ziman ku tiştên roja hilbijartinê qewimîne, wê li Fransayê ji her kesî re vebêjin û got: "Wexta em biçin welatê xwe em ê, behsa rejîma antî demokratîk a Erdogan bikin."    MA / Ozgur Paksoy