Hevşaredarên bajaroka Akpazarê: Em ê tevî gel bi rê ve bibin 2019-04-03 09:26:42 DÊRSIM - Hevşaredarên HDP'ê yên bajaroka Akpazar a Dersimê Songul Dogan û Orhan Çelebî, diyar kirin ku wê ew û gel bi hev re şaredariyê bi rê ve bibin.  HDP, di hilbijartin 31'ê Adarê de li bajaroka Akpazarê ku qeyûm tayînî wê hatibû kirin bi ser ket. di hilbijartinê de HDP 478, CHP 463, AKP 2019, TKP 101, namzetê serbixwe 64 û Partiya Saadetê jî dengek girt. Hevşaredarên nû yên Şaredariya Akpazarê Songul Dogan û Orhan Çelebî, diyar kirin ku şaredarî a wan bû û wan dîsa ew bi dest xistiye.    Songul Dogan, diyar kir ku wan di pêvajoya hilbijartinê de soz dabû wê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin, niha wan şaredarî bi dest xistiye û ew ê şaredariyê tevî gel bi rê ve bibin. Dogan, destnîşan kir ku ewilî ew ê texrîbatên qeyûm tespît bikin û bi raya giştî re parve bikin.   Hevşaredar Orhan Çelebî jî got: "Wexta me dest bi xebatên hilbijartinê kiribû me gotibû, em ê tişta aîdî xwe bi dest bixin. Me şaredariya xwe bi darê zorê hatibû xespkirin bi dest xist." Çelebî, bilêv kir ku wexta ew mazbataya xw ebigirin ew ê pêşî hemû kirinên qeyûm bi gel re parve bikin.    Çelebî, destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî gel xwedî li vîna xwe derketiye û ew ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin û got: "Gel baweriya xwe bi me anî. Wê ev bawerî Akpazarê bike bajarekî hîn xweşiktir."