Rojnamevan Ataman ku 34 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em bêdengiyê qebûl nakin 2019-04-03 09:26:14 WAN - Rojnamevan Ziya Ataman ku 34 roj in li Girtîgeha Wanê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku bêdengî nayê qebûlkirin.  Li Girtîgeha Wanê, ji 1'ê Adarê ve ji girtiyên daxilî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan bû jî, nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Ziya Ataman e. Ataman, bang li he rkesî kir ku bêdeng nemînin.    Nameya Ataman wiha ye:    "Birîna xedar, ne birîna bi çekê ye. Birîna xedar, bêdengiya li hember daxwazeke mafdar e. Ev rewş dişibe rewşa nexweşîneke ku tedawiya wê heye, lê bi derengî tê xistin. Li hemberî vê bêdengiyê, ji bo canê kesî êdî neêşe em jî li Girtîgeha Wanê ji bo daxwaza Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ketin greva birçîbûnê.    Wexta mirov li pêkanînên 3-4 salên dawî dinere, tê dîtin ku daxwaza ji bo rakirina tecrîdê daxwazake pir maqûl e. Bi hezaran mirov ji bo vê daxwazê bedena xwe dane ber birçîbûnê. Sedema vê jî ew e ku canek tê tecrîdkirin. Em bêdengiya li hemberî vê daxwazê qebûl nakin û ji bo ev bêdengî ji holê rabe me jî helwesta xwe ya ehlaqî û wijdanî nîşan da.    Berî ku rewş veguhere rewşeke pir cidî, divê rojek berî rojekê ev daxwaz bê qebûlkirin da gervên birçîbûnê bi dawî bibin. Hêvîdar im her kes guh bide vê daxwazê û berî texrîbatên mezin rû bidin daxwaz bê qebûlkirin."