'Stratejiya HDP'ê bi ser ket' 2019-04-03 09:23:28 STENBOL – Prof. Dr. Gençay Gursoy, diyar kir ku di hilbijartinê de herî zêde stratejiya HDP'ê bi ser ketiye û divê bê teqdîrkirin. Nivîskar Aydin Engîn jî got: "Bajarên kurdan ji qeyûman hatin paqijkirin."  Hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê pêk hat. Li gorî encamên nefermî, CHP'ê şaredariyên mezin Stenbol, Enqere, Edene, Antalya û Mêrsînê ji AKP'ê stendin. Di bidestxistina şaredariyên mezin de stratejiya herî bibandor stratejiya HDP'ê bû.    ‘DIVÊ STRATEJIYA HDP'Ê BÊ TEQDÎRKIRIN'    Prof. Dr. Gençay Gursoy, encamên hilbijartinê nirxandin û got, AKP'ê texmîn dikir wê di vê hilbijartinê de bi encameke wisa re rû bi rû bimîne, lê belê nizanin wê îktîdar bi çi rengî û çawa encamên hilbijartinê pêşwazî bike.    Gursoy, bal kişand ser stratejiya HDP'ê ku îtifaqa AKP-MHP'ê bi paş ve bir û divê stratejiya HDP'ê ya di vê hilbijartinê de bê teqdîrkirin. Gursoy, bilêv kir ku di vê hilbijartina herêmî de bandora Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş pir zêde bûye.    Nivîskar Aydin Engîn jî diyar kir ku sedema ku AKP li bajarên mezin winda kiriye, stratejiya HDP'ê ye û got: "Beriya her tiştî em di siyasetê de hînî van fidakarî û manewrayan nebûne. Li Tirkiyeyê hin partiyên siyasî dibêjin eger em wisa bikinw ê alîgirên me bêjin çi. Lê belê HDP'ê di vê hilbijartinê de di warê siyasî de bi nermî tev geriyaye. Û bi dengên HDP'ê Stenbol û Enqere bi ser ketin. Di dîroka me ya siyasî de tiştekî wisa kêm tê dîtin. Loma divê li çepika bê xistin."    ‘QEYÛM HATIN PAQIJKIRIN'    Engîn, destnîşan kir ku li herêmê jî tevî hemû zext û zoriyan jî HDP bi ser ketiye û got: "Herêma kurdan ji qeyûman hat paqijkirin. Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Lê belê Şernax li ber çava ye. Kesên wisa dibêjin divê bifikirin li şernexê hejmara leşker û polîsan çi qas e. Wexta vê hesabê bikin wê fêm bikin ji bo çi HDP winda kir. Ji xeynî vê bajarên kurdan ji qeyûman hatin paqijkirin. Wê ji niha û şûnde qeyûm bên tayînkirin? Eger bên jî wê dîsa bên paqijkirin."    MA / Ferhat Çelik