Ji xeynî malbatê wê nehên kesî din tev li merasîma cenazeyê Yuksek bibe 2019-04-02 22:38:39   MÊRDÎN - Polîsan, ji malbata Sîraç Yuksek ku li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, ragihand ku ji xeynî dê, bav, xwişk û birayan ew ê nehilin kesên din tev li merasîma cenaze bibin.    Cenazeyê Sîraç Yuksek ku li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî, ji bo li Nisêbînê bê veşartin ji Morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê hat girtin.    Wê cenazeyê Yuksek li Goristana Yenî Morrîs bê veşartin. Hat diyarkirin ku wê nehêlin wesayîta cenaze têkeve nav bajêr. Her wiha hat hînbûn ku polîsan ji malbatê re gotiye ji xeynî dê, bav, xwişk û birayan ew ê nehilin kesên din tev li merasîma cenaze bibin.